Kesên li Kocaeliye hatin binçavkirin hatin berdan

KOCAELÎ - 35 jinên li Kocaeliyê hatin binçavkirin hatin berdan.

Platforma Jinên Kocaeliyê duh di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de xwestin meşekê li darxibin lê rastî êrîşa polîsan hatibûn û 39 kesên ku 35 jê jin bûn hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkiirn piştî li midûryetê îfadeyên wan hatin girtin hatin berdan.