AMED - Starta Newroza 2017'an li Amedê bi civîna çapemeniyê hat dayîn. Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemîr ku di civîna starta Newrozê de axivî, diyar kir ku Newroz destpêka cejn û gavên nû ye û daxwaza wan dîsa şertên aştiya 2013'an bê avakirin. Baydemîr, anî ziman ku Gelê Tirkiye dê bi agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Liv Suit Hotel a Amedê bi civîna çapemeniyê starta Newroza 2017'an da. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Galistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, Cîgirê Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sibel Yîgîtalp û Îmam Taşçier, endam û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Di civînê de Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, diyar kir ku bi sed hezaran jin li Tirkiye û Kurdistanê bi coşek mezin daketin qadan û wiha got: "Em dê coş û kelecana 8'ê Adarê bi ruhê Newrozê ve bikin yek. Adar meha berxwedan û raperînê ye. Em dê bi ruhê Newrozê gelan dîsa bînin cem hev. Em ji berê de jî dizanin ku li Tirkiye Cejna Newrozê bi coşek gelek mezin tê pîrozkirin. Em dê Cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin û vê coşê bibin referandumê. Newroz, dê ruhê têkoşîna Kurdistan û Turkiye bêtir mezintir bike. Ji ber ku Newroz pira aştiya navbera gelan e. Em hêvî dikin ku Newroz aştiyê bîne Rojhilata Navîn."
'NEWROZ CEJNA DESTPÊKÊN NÛ YE'
Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir jî axivî û diyar kir ku Newroz cejna destpêkên nû ye û wiha got: "Newroz cejna gelê kurd a neteweyî ye. Nerîna siyasî û baweriya wan çi dibe bila bibe Newroz nirxa gelê kurd a hevpar e. Em Newroza hemû gelan ji dil û cen pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Newroza 2017'an bibe destpêkên nû yên aştî û aramiyê. Ji bo pîrozkirina Newrozên li Şirnex, Cizîr, Serhat, Riha serlêdanên pîrozbahiya Newrozê hat kirin.
Starta pîrozbahiya Newrozê dê di 17'ê Adarê de li Nisêbînê bê pirozkirin. Di 21'ê Adarê de jî em dê daxwaza azadiyê li Amed û Wanê bi coşek mezin bînin ziman û biqîrin."
Baydemîr bal kişand ser Newroza 2013'an û wiha got: "Newroza 2013'an a Amedê di dîroka Komarê de malovaniya pêşketinên herî mezin a siyasî kir. Manifestoya Aştiyê li Amedê ji hemû cîhanê re hat ragihandin. Piştî vê daxuyaniyê 2 salan li ser vê axê can neketin ser axê. Hêsîren dayikan nebariyan. Pêngava diyalogê dest pê kir. 2 salan li ser vê axê pêvî pêş ket. Lê piştî 2 salan dîsa can ketin axê. Ji ber vê yekê Newroza 2017'an pir girîng e."
‘DIVÊ AGIR VEMIRE'
Baydemîr bang li rayedarên hikûmetê kir û wiha got: "Newroz roja ku hemû welatî bi hevî, hesret û hestên aştî, azadî û edaletê li benda wê ne. Newroz ji bo deriyekî nû û pêvajoyek nû dê bibe firsend. Ger ku welatî bi dilê xwe pîroz bikin dê hewaya aştiyê bi ser bikeve. Em bang li hikûmetê dikin ku li tu derê pîrozbahiyên Newrozê qedexe nekin. Divê her kes li agirê Newrozê xwedî derkevin. Li nirxên xwe xwedi derkevin."
GELEK KES DAWETÎ NEWROZÊ HATIN KIRIN
Baydemîr, anî ziman ku ji hemû pêşengên Herêma Kurdistana Başûr, dawetiye hat şandin û wiha got: "Ev Newroz dê bibe deriyê edalet û aştiyê. 2 salin li Mezopotamya û herêmê zivistanên reş derbas dibin. Newroz cejn û rengê gelan e."
KOÇYÎGÎT: EM LI DIJÎ DEHAKAN BI RUHÊ KAWA TÊDIKOŞIN
Hevberdevka KDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît jî anî ziman ku wekî HDK'ê dê bi coşek mezin li Tirkiye Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Tu zor û zilm ne heta dawî ne. Newroz, têkoşîna li dijî zalim û dehaqan gotina "Na" ye. Gotina 'Na' mirovan teqez dibe serkeftinê. Em niha di pêvajoya ku Tirkiye ber bi rojên tarî ve dibin dijîn. Di vê pêvajoyê de pêşxistina Ruhê Newrozê gelek girîng e. Em dê bi ruhê Newrozê di ber xwe bidin. Em di Newrozê de bi ruhê Kawayê Şoreşger li dijî Dehaqê Zalim îsyan dikin û di ber xwe didin. Divê em dakevin qadan û bi ruhê Newrozê her derê bikin hewa cejnê.
Dê her kes hêrsa xwe li qadên Newrozê derxe holê. Li metropollên Tirkiye ku vîna milyonan tune tê hesibandin dê milyon li qadên Newrozê govendên Azadiyê bigerînin. Tê tekoşîna hebûn û azadiyê li van qadan nîşanî zalim û zilmkaran bide. Divê em Newrozê bikin Newroza aştiyê. Em hêj Newroza 2013'an bi hesret û hezkirin bibîr tînin. Em dixwazin dîsa wekî Newroza 2013'an pêşiya welat veke û rê li pêşiya Komara Tirkiye demokratîk bike.
'DI NEWROZÊ DE TEKANE DAXWAZA ME VEGERA MUZAKERAN E'
Tekane tişta ku divê Tirkiye bike vegera şertên Newroza 2013'an e. Hemû cihanê silav da deklerasyona ku hate xwendin. Hemû kesên li vî welatî dijîn gotin 'dawiya dawî em deriyên aştiyê vedikin'. Ya herî girîng jî pirsgirêka kurd dê ji bilî şer bi riyeke din bihata çareserkirin. Îxtidara siyasî qîmeta vê yekê nezanî. Em anî rewşa şer. Ber bi 21'ê Adarê daxwaza me ya herî mezin vegera şertên 2013'an e, em dixwazin vî bibêjin. Gelê me dê dakevin kolanan. Dê xwedî li Newroza xwe derkevin, xwedî li îrade, azadî, demokrasî komara demokratîk derkeve. Li dijî kesên ku dixwazin me ber bi tarîtiyê ve bibin em ê bi ruhê Newrozê têbikoşin. Em ê bi hemû gelan û baweriyan ve qadan tijî bikin û em ê bibêjin ji bo azadî û aştiyê em di govenda Newrozê de ne."
'DIVÊ KURD NE GULE DESTEGULAN DIRÊJÎ HEV BIKIN'
Baydemîr ê ku pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivand li ser pirsa "Hûn ê gelo Serokê Herêma Federal a Kurdistanê dawet bikin" bersiva "Newroz cejna gelên mazlum e. Reng çi dibe bila be, siyaset çi dibe bila be Newroz ya hemû gelan e. Ji ber vê yekê jî banga me ji bo hemû kurdan e, em agirê Newrozê bi hev re pêxin. Lîder û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê vexwandî ne. Îro tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewime fersendê dide gelên mazlum. Divê gelê kurd jî li ser axa xwe hebûna xwe bidomîne. Ger ku em di vî pêvajoyê de nebin yek ev dê bibe sedema fermana gelê kurd. Gelê êzidî 74 ferman jiyan kir lê îro fermana 75'emîn tê xwestin pêk bê. Îro bi ruhê Newrozê divê yekîtî bê avakirin û li dijî fermanan em têbikoşin. Divê ne gule destegulan dirêjî hev bikin" da.
'DI NEWROZÊ DE DIVÊ DERIYÊ AŞTIYÊ BÊ VEKIRIN'
Li ser pirsa "Gelo dê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newrozê de hebe" jî Baydemîr wiha got: "Tê zanîn ku dema peyama Birêz Ocalan a di 2013'an de û piştre mirovan jiyana xwe ji dest nedan. Piştî ku maseya pêvajoya çareseriyê hate wergerandin û ji ber şertên tecrîda girankirî hevdîtinek pêk nehat. Ji bo tecrîd ji holê bê rakirin û ji şertên aştiyê pêk bê divê di Newrozê de derî bê vekirin."
'DIVÊ AGIRÊ NEWROZÊ YA LI DIJÎ TARÎTİYÊ RONAHÎ YE NEYÊ VEMIRANDIN'
Baydemîr pirsa "ger ku ji bo pîrozbahiyên Newrozê destur neyê dayîn dê pîrozbahî bê kirin" wiha bersivand: "Divê agirî Newrozê ya li dijî tarîtiyê ronahî ye neyê vemirandin. Ev sûde dê nede kesekî jî. Ye girîng ew e ku em bihevre govenda xwebiratiyê bigirin. Di Newroza ku di 2013'an de hate qedexekirin çi bû. Mirov êşiyan lê xwedî li nasname û cewherê xwe derketin. Divê agirê Newrozê neyê vemirandin. Ya ku divê bê vemirandin êşiya di dilê dayikan de ye. Ev gel dê xwedî li Newrozê derkevin. Birînên ku di 2 salan de hatine vekirin ji bo ku Newroz bibe merhem hewldana me heye. Sekna HDP'î zelal e. Di şer de ya ku dikujin heye ye jî tên kuştin hene. Dibin kujer. Wekî kujer tê bi bîr anîn. Piştî ku dimire, bi sedan salan, nifş bi nifş wekî kujer dimîne. Li vî axê Sedam çawa tê bibîranîn. Ên ku qetil dikin her tim bi vî rengî dê bên bi bîranîn. Li vî cografyayê bila tu kes jiyana xwe ji dest nede û nebe kujer. Em ê li ser vî esasî siyaset û têkoşîna xwe bidomînin. Dawiya dawî dê gel serdest be. Ya ku gel dixwaze jî maf e jibilî vî tiştekî naxwaze."