Doza parêzerên Ocalan hat dîtin

STENBOL - Rûniştina doza parezerên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dîtin. Di rûniştina dozê de daxwaza anîna dosyayên der barê Serokê heyeta berê Mehmet Ekincî de hat redkirin.

7'emîn rûniştina doza 46 parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji doza KCK'ê hatibûn girtin û berdan, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. 5 parêzer beşdarî rûniştina dozê bûn. Ji baroyên Fransa, Hollanda, Almanya û Îtalya parêzer şandin. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwest ku dosyayên der barê seroka heyeta berê Mehmet Ekincî ku ji doza Fethullah Gulen tê girtin bînin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a dosyayê red kir.
Piştre parastina parêzeran hat kirin. Parêzeran di paratinê de dîsa îfadeyên rûniştinên berê dubare kir. Piştre dozger xwest encama dosyaya mutalaaya hêjmar 2010/521'an a têkildarî beşa girêdayî xala 250'an a CMK'ê ji Serdozgeriyê bibirse.

Heyeta dadgehê piştî navberê ji bo daxwaza dozger pêk bîne û dosyaya hêjmar 2010/521'an lekolîn bike biryar da ku der barê dosyayê de lêkolîn bike.
Heyetê daxwaza parêzeran a der barê serokê heyeta berê Mehmet Ekincîde jî red kir. Dîsa daxwaza ku ji HSYK û Wezareta Dadê biparêze jî hat redkirin.