Îrmez: Dê çend xanî li Şirnexê bên xerakirin?

ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê xerakirina xaniyên li Şirnexê ku ji nûve hat rojevê pirsname da Serokwezîr Bînali Yildirim.

Li Şirnexê piştî dorpêç û êrîşan xaniyên li 7 taxan hatibûn xerakirin û tenê 5 tax mabûn. Di demên dawî de dîsa xerakirina xaniyên li Şirnexê hatin rojevê. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, der barê xerakirina xaniyan pirsname da Serokwezîr Bînali Yildirim. Îrmez, diyar kir ku xerakirin dîsa di roevê de ne. Îrmez, anî ziman ku welatî diyar dikin ku xaniya malan ji nûve di rojevê de ye û wiha got: "Bajarê Şirnexê 216 rojan bê navber bi şev û rojan dorpêça leşkeriyê berdewam kir. Bi mehan xanî hatin xerakirin. Bi hezaran mirov di şertên zivistanê de li derve hatin hiştin. Li gel nerazîbûnên malbatan dîsa xanî di çavdêriya dewletê de hatin xerakirin."

Îrmez ji bo bersivandinê ev pirs ji Yildirim pirsî:

* Tê plankirin ku hêj çend xaniyan li Şirnexê xera bikin? Kê biryar daye ku xanî bên xerakirin?

* Heta niha çend xanî li Şirnexê hatine xerakirin? Li xaniyên ku hatine xerakirin bi giştî çiqas mirov dijîn? Çend malbatên Şirnexê bê mal mane?

* Piştî dorpêçê bi giştî çend xaniyan zerar dîtiye? Çend mal nêvî zerar ditiye?

* Xaniyên ku nêvî zerar dîtine welatiyan xwestiye bi xwe xaniyên xwe ava bikin. Lê çima destûr nehatiye dayîn?

* Li Şirnexê welatiyên xaniyên wan zerar dît û hatin rûxandin ji çend kesan re xanî hatiye avakirin? Heta niha xanî nehatibe dayîn çima nehatiye dayîn? Difikirin kengî xaniyan bidin welatiyan?

* Welatiyên xaniyên wan hatin xerakirin û hêj xanî nedane wan eleqeya wê û referandumê çiye?

* Waliyê Şirnexê wekî amîrekî bê alî divê tev bigere. Lê gefan li welatiyan dixwe û dixwaze dengê "Erê" derkeve. Der barêwaliyê ku gevan li welatiyan dixwe de tu lêpirsîn hatiye kirin. ?