DERSIM - Qeyûma Dersimê Olgun Oner ji kesên ku beşdarî çalakiyan bûye re teblîgat şand û diyar kir ku ji her kesekî re 219 tl pereyên ceza hatiye birîn.
Qeyuma Dersimê Olgun Oner telbîgat ji welatiyan re şand û bi hinceta piştî pêvajoya OHAL'ê li Dersimê beşdarî çalakiyê bûn, ji bo her kesekî-ê 219’ tl cezayê pereyan birîye.
Walîtiya Dersimê di 27'ê Cotmehê de bi hinceta OHAL'ê Qedexeya Çalakiyan îlan kiribû. Qeyûmê bi hinceta wêrojê li dijî hêjmara 5326'an a Qebehetê derketine ji bo her kesekî-ê 219 TL cezayê pereyan biriye. Gelê Dersimê di 4'ê Mejdarê de ji bo binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş çalakî pêk anîbûn.
Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul piştî hatin binçavkirin û girtin Qeyûm Olgun Oner weki qeyûm tayînî Şaredariyê kiribû.