Li Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir

WAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê dimînin, ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya grevabirçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimînin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Girtiyan bi riya nameyên ji malbatên xwe re şandine sedema greva xwe ya di 8’ê Adarê de dane destpêkirin vegotin. Hat diyarkirin grevabi 10 kesan detpê kiriye dê mezintir bibe.

'BILA TECRTÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN’

Di nameya ji aliyê girtiyên ketine grevê hatiye şandin de bal kişandin ser şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sedemê çalakiya xwe bi made wiha rêz kirin:

*Bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin

*Bila şer, qirkirin, kuştin, operayonên siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê didomin bi dawî bibin

*Dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê

*Kesên ji Cemaeta Gulen girtî ne ji girtîgehên ku girtiyên siyasî lê hene bên derxistin

Navê kesên di koma yekemîn de ketine greve wihane: Ganî Kaya, Mahsun Yuksekdag, Dîlgeş Yaşar, Îlyas Yorgun, Mesut Yabalak, Abdullah Kaya, Yunus Konak, Kerem Karagoz, Îsmaîl Berke, Taner Aslan.