ENQERE - Li Enqereyê 5 kesên di nav de endamê MP a HDP'ê û rêveberên HDP'ê jî hene hatin binçavkirin.
Li Enqereyê 5 kesên ku di nav de Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên navçeyan jî hene hatin binçavkirin. Kesên ku serê sibehê hatin binçavkirin hate hînbûn ku ji ber parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî hatine binçavkirin û kesên hatine binçavkirin birine navenda binçavkirinê ya li Beştepeyê nû hatiye vekirin.
Kesên ku hatin binçavkirin ev in: Cemîl Erdem (MP), Ahmet Ozçelîk (Rêveberê navçeya Keçîorenê), Veysî Çelîk, Gulîstan Tekîn û Îsmaîl Turk.