AMED - Hat diyarkirin ku rewşa 6 girtiyên li Girtîgeha Edîrneyê di greve de ne xirab dibe.
Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ya li dijî qedexe, zext û pêkanînên xirab dabû destpêkirin di roja 14’emîn de didome. Bi riya malbat hat zanîn ku rewşa girityên bi navê Alî Kurt, Samî Geylanî Enver Baysal, Ramazan Kizildag, Zerdeşt Oduncu û Mazlum Bataray ên di grevê de ne xirab dibe.
Hat diyarkirin bi taybet rewşa girtiyên bi navê Alî Kurt û Enver Baysal xirab bûye.
Li aliyê din hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi tu awayî bersiv ne daye daxwazên girtiyan.