'Birayê min li ber çavên min qetil kirin'
Dadger: Eleqaya wî bi dozê re nîne

AMED- Erdal Kocakaya di doza li 28 kesên ku xwestin Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku li Licê ji aliyê tîmên taybet ve hate kuştin hatiye vekirin de wiha got: "Birayê min li ber çavên min hate qetilkirin." Serokê heyeta dadgehê bi gotina "eleqeya tiştên ku tu dibêjî bi dozê re nîne" xwest gotinên wî bibire.

li navçeya Licê ya Amedê di Hezîrena 2016'an de dema ku qedexeya derketina derve hate îlankirin li gundikê Mehlê ya gundê Kerwasê Mehmet Şîrîn Koca ji aliyê tîmên taybet ve bi îşkenceyê hate kuştin û li 28 kesên ku di nav de dayik, 3 birayên wî jî hene û xwestin wî xilas bikin doz hate vekirin û doza 28 kesan hate dîtin. Di doza ku li 5'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê hat dîtin de 6 kesên bêyî girtî tên darizandin ji Licê bi SEGBÎS'ê ve îfade dan hin bersûc û parêzerên wan li salona dozê amade bûn. Dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û kurteya îdianameyê hat xwendin, piştre jî parastina bersûcan hat kirin. Hin bersûcan parastina xwe bi kurdî kirin. Bersûcan îdiayên der barê wan de qebûl nekirin û xwestin bên beraetkirin.

'YÊ KU LI WIR MIR BIRAYÊ MIN E'

Birayê Kocakaya, Erdal Kocakaya di parastina xwe ya bi kurd^ikir de sûcên ku der barê wî de tê îdiakirin qebûl nekir û wiha parastina xwe kir: "Roja bûyerê ji dur ve dengê çekan han. Helîkopteran her der bombebaran dikir. Çen gule li kon ket. di vî navberê de 4 zarokên min ên ku temenê wan 6,7,13, û 14 salî ne ji xewê hişyar bûn giriyan. Hevsera min qîr kir. Xizmên me yên ku denê hewar û qîrinan bihistin hatin cem me. Ji bo em şewata li rezên xwe vemirînin çûn. Lê leşkeran destur nedan. Piştre em li ber kon komkirini. Leşkeran ewil birayê min Mehmet Şîrîn Kocakaya û piştre jî Veysî Gokhan birin qada daristanê û îşkence li wan kirin. Dengê qêrinan dihat. Me ji leşkeran re got ew sivîl in, gundî ne çima îşkence li wan dikin. 2 leşkeran ji min re gotin em li wan naxin em te jî bibin cem birayê te."

Dema ku Kocakaya parastina xwe dikir serokê heyata dadgehê gotina "Tu eleqeya tiştên ku tu qal dikî eleqeya wî bi dozê re nîne" bi kar anî li ser vê Kacakaya bersiva "Yê ku li wir mir birayê min e. Bedena min hê jî êşa wan îşkenceyan dikişîne" da dadger.

'MA EM LI WE NEXIN LI KÊ BIXIN'

Kocakaya piştre wiha berdewam kir: "Piştî ku min birin 15-20 leşkeran xwe avêtin ser min û bi pehîn û qontaxên çekan ve îşkence li min kirin. Leşkeran birayê min Mehmet Şîrîn Kocakaya û Veysî Gokhan destên wan bi kelepçekirî li erdê dirêj kiribûn û îşkence li wan kiribûn. Ji ber îşkenceyê rûyên wan di nava xwînê de mabû, nedihatin naskirin. Em hersê li cem hev rêz kirin û heman îşkence kirin. Piştre jî birayê min Rojhat Kocakaya anîn cem ni. Dema ku ew anîn gotin binêre birayên te li vî halî ne, ew jî îşkence kirin. Min got em sivîl in çima îşkence dikin. Wan jî gotin me jî vî operasyonê hezar û 500 kîlometre hatine ma em li we nexin li kê bixin. Dema ku îşkence li me dikirin dîmenên me jî dikişandin. Dema ku yekî dîmen dikişand yekî din got nekişîne dê serê me bikeve belayê. Tê gotin ku serê birayê min Mehmet li kevir ketiye lê birayê min li ber çavên min avêtin erdê û bi îşkenceyê qetil kirin. Ji ber îşkenceyê halê me nema em bimeşin, leşkeran em li erdê kaş kirin û birin. Ez sûcên ku der barê min de tê îdiakirin qebûl nakim. Berovajî vî hêzên ewlehiyê îşkence li me kirin û ji bo li ser mirina birayê min bigirin dixwazin bûyerê bi vî rengî bigirin."

'BIRAYÊ MIN LI LICÊ JIYAN DIKIR'

Birayê Kocakaya, Rojhat Kocakaya jî wiha got: "Li wir ez hatim darbkirin. Em mertalên zindî nînin. Min êrîşî hêzên ewlehiyê nekir. Birayê min Mehmet Şîrîn Kocakaya û Veysî Kocakaya û Erdal Kocakaya birin. Dengê îşkenceyê dihat. Dema ku min ji leşkeran re got hûn çima îşkence dikin min jî birin. dema ku em ji gund derketin destên min bi qabloyê li pişt min ve girêdan. Li cem birayê min derb kirin. Rapora min a îşkence kirine heye. Min îşkence dît û ji xwe ve çûm. Niha çavên min baş nabîne. hemû kes taciz kirin. Dijûn dikirin. Dibêjin wekî ku me bi kevir û daran êrîş kiriye. Ger ku tiştekî wisa pêk bihata dê bigirtana kamerayê. Li hundirê panzerê jî îşkence li me kirin û dîmenên vî jî hene. Em li erdê kaş kirin. Em ji kesên ku em mexdur kirin û birayê min kuştin gilîkar in. Dema ku em hatin Licê birayê min Mehmet Şîrîn Kocakaya li ber Qereqola Licê li hundirê ambulansê de bû û sax bû. Li benda mirina wî man. Ligel ku em birîndarbûn jî em li ser piyan dan rawestandin."

RAPOR XWESTIN

Pişti parastinê parêzeran mafê parastinê girt û der barê kuştina Kocakaya de kopyeyek rapora lêpirsînê ya dozgerên Komarê ya Lîcê xwestin. Parêzeran xwest leşkerên gilî kirine îfadeyên wan ên li dadgehe bên girtin û welatiyên birîndar bûne raporên wan ên nexweşxaneyê bên xwestin. Parêzeran dîsa xwest ku lîsteya leşker û polîsên li herêmê beşdarî operasyonê bûn ji Wezareta Karên Hundir û Fermandariya Cendirmeyan bê xwestin. Maqamê îdîayê jî xwest agahiyên kêm ên di dosyayê de bên komkirin û temamkirin.

DAXWAZA BILA LEŞKER BÊN GUHDARKIRIN RED KIR

Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da ku derd barê mirina Kocakaya yê li Lîcê hat kuştin de ji bo rapora otopsiyê ji Serdozgerê Komarê yê Lîcê bê xwestin nivîs bê şandin. Heyetê daxwaza guhdarkirina leşkeran a li dadgehê jî red kir. Heyetê daxwaza hêjmara leşkeran û lîsteya leşkeran a li herêmê jî red kir. Doz taloqî Tîrmehê kirin

ÇI BÛBÛ?

Operasyonaku di 21'ê hezîranê de hat destpêkirin, tîmên taybet û polîs bi maşînên zirxî hatin gund. 2 rojan nehiştin tu kes ji malên xwe derkevin. Di 30'ê hezîranê de dengê çekan hat jin û zarok bi qêrînê ji cihên xwe rabûn. Kesên çûn cihê deng jê hat, qasî 300 metreyî jêr leşkeran dora malbata birayê Mehmet Şirîn Kocakaya, Erdal Kocakaya girtibû. Di wê navberê de Mehmet Şirîn ji baxê tiriyan hat, hat dirêjkirin û destên wî ji paşve hat kelepçekirin.

Piştî tîmên taybet hatin herêmê di kêliyê de êrîşî welatiyan kirin. Bi qûndaxên çekan, bi kul û pehnan ne zarok, ne jin û ne jî kal û pîr gotin her kes îşkence kirin. Bi taybetî serê mirovan hedef girtin. Mehmet Şirîn, birayê wî Erdal û xwişka wî Rojda dan ber pehnan. Kesên ku ketin navberê jî hatin îşkencekirin. Hemû welatî li erdê hatin dirêjkirin, Mehmet Şirîn qasî 300 metreyî birin û îşkence dewam kir. Zarîna Mehmet Şirîn heta ber malê dihat.
Piştî asta îşkenceyê hat zêdekirin bira û xwişkên Koçakaya yên wekî Berfîn, Rojda û Erdal xwestin polîsan asteng bikin. Di vê navberê de polîsan xwişk û bira bi erdê re kaşkirin û bi awayekî hovane li wan da. Ji ber êrîşê parsûyên Rojda û Erdal şkestin. Piştî dozaja îşkenceyê zêde bû û hat asta mirinê, fermandarek ket navberê, welatî ji nava tîmên taybet derxist. Ji ber vê di navbera amîrê tîmên taybet û fermandarê leşkeran de gengeşî derket. Fermandar bal kişand ser welatiyên li erdê dirêjkirî û got "wan li maşînê sîwar bikin." Qasî saetekî şûn de maşîna zirxî hat û welatî li maşînê sîwar kir. Di maşînê de îşkence berdewam kir. Tenê di gunde bavê Mehmet Şirîn ê felcî û 3 zarok hiştin.

Welatiyên anîn Fernamdariya Cendirmeyan a Licê, di maşîneyan de rawestandin. Mehmet Şirîn Kocakaya di vê navberê de anîn hêj dijiya û piştî 10 deqan ambûlans hat xwestin. Xizmên wî yên di maşînê de ji leşkerekî hêvî kirin ku rewşê hîm be û ji wan re parve bike. Leşkerê ku derket derve û piştî demekî hat û got 'Li ambûlansê sîwar kirin. Lê bawerim mir.'

Kocakaya piştî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Malbatê cenazeyê zarokê xwe teşhîs kir û bi riya parêzeran serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da û rapora destpêkê ya cenaze bidin wan. Lê daxwaz hat redkirin. Bi hincetên wekî dê testa DNA'yê bê kirin dozger cenazeyê Kocakaya dereng da malbatê. Her çendî malbata Kocakaya xwest kar û barên destpêkê yên li morgê hatine kirin û parêzer bikevin hundur jî ev daxwaz ji hêla dozger ve hat astengkirin. Dema cenazê Mehmet Şirîn dihat şûştin, polîsan tenê destûr da ku apê Kocakaya Avnî Kocakaya bikeve cihê şûştinê. Apê wî xwest wêneyên cenaze bikişîn lê polîsan ev jî asteng kir. Di cenazeyê Kocakaya de şopên guleyan nehatin dîtin, gelek cihên walên wî reş û werimî bû. Rapora otopsiyê hêj nehatiye dayîn.

Di roja bûyera hêzên dewletê de 33 welatî hatin binçavkirin, ji wan 15 kes hatin girtin. Xwişk û birayên Mehmet Şirîn ên wekî Rojda û Erdal Kocakaya, Veysî Gukhan ên di îşkenceyên dijwar re hatin derbaskirin, hêj tedawiya wan bi dawî nebû, derxistin edliyeyê û hatin girtin.