MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hat girtin. Dozger der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Ahmet Turk guhdar kir der barê Turk de biryara girtinê da. Turk 3 roj berê hatibû binçavkirin û serê sibê sewqî dozgeriyê hatibû kirin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de ya di çarçoveya OHAL'ê de hat drexistin de ji peywirê hat girtin û di 21'ê mijdarê de hatibû binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hat kirin. Ahmet Turkê 74 salî yê ku li muduriyeta polîsan mafê xwe yî bêdengiyê bi kar anî, piştî îfadedayîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hat kirin. Turk ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin.
Ahmet Turk bi îdiaya "endamê rêxistinê" hat girtin. Turk bi îdiayên wek "Xebatkarên şaredariyê xizmên PKK'yiya ne", "Li Mintiqa Bênderê ya Çiyayê Bagokê çêkirina Goristana Bagokê", "Çêkirina polên pêşdibistana perwerdehiya zimanê dayikê dide" tê tawanbarkirin. Ahmet Turk şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Li gel Ahmet Turk, di 21'ê mijdarê de Hevşaredarê Artûklûyê Emîn Irmak, Mêrdînê Baran Îlhan, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Alî Amak, xebatkarên şaredariyê Şeyhmûs Şîmdî, Sûltan Bîngol, Alîgirên Şaredariya Artûklûyê Îsmet Bîrtek û Mehmet Bîngol, Parêzer Feyzî Atsiz û Parêzer Ziya Bagî jî di nav de 30 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin hin jî li Muduriyeta Polîsan a Bajêr tên rawestandin.
'BI SER NEKETIN, WÊ NEKEVIN JÎ'
Ahmet Turk herî dawî di 17'ê mijdarê de li ber şaredariyê axivî bû. Turk diyar kiribû ku, êrîşên niha ji ber hêrsa destkeftiyên li Rojavayê ne û wiha axivîbû: "Dixwazin bi Pêşnûmaya Rûxandinê me bietpisînin. Me ev berê jî dîtibûn. Wê demê jî bi ser neketibûn, me netepisandin. Wê niha jîw isa be. Wê bi ser nekeve. Em ê li dijî Tirkiyeyeke yekdengî têbikoşin."