Kedkarên 121 rojin di ber xwe didin disa hatin binçavkirin

ENQERE - Kedkarên ku hatin îxrackirin û ji bo parastina mafên xwe 121 rojin di ber xwe didin Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Acun Karadag, bi fermana dozger hatin binçavkirin.

Karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin bi daxwaza "Ez karê xwe dîsa dixwazim" li Kolana Yukselê li pêş Birdariya Mafên Mirovan çalakiyan pêk tînin hatin binçavkirin. Karmend Nuriye Gulmen, Acun Karadag û Semih Ozakça, ji bo parastina mafên xwe 121 rojin di çalakiyê dene. Dozger duh der barê wan de biryara binçavkirinê da û kedkar îro beriya li ber salona civînê ya Meclîsê civina çapemeniyê bidin hatin binçavkirin. Kedkarên hatin binçavkirin birin şaxa TEM'ê ya Enqereyê Velî Saçilik, diyar kiribûn ku dê di 11'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê bikin.