ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind endamtiya HDP'ê û qeyda peywirê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag xist. HDP'ê li hemberî vê nerazîbûn nîşan da û wekî xeleka dawî ya bêhiqûqiyê nirxand.
Buroya Sicîlê ya Partiyên Siyasi ya Serdozgeriya Komarê ya Dedgeha Bilind endamtî û peywira HEvseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag xist. Dadgeha Bilind biryar ji HDP'ê re teblîg kir û bal kişand li ser cezaya ku Yuksekdag li Edeneyê girtiye. Di nivîsa ku bi îmzeya Alîkarê Serdozgerê Komarê, Rozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Haluk Beşer ve şandiye wiha hat gotin: "Di qanûna partiyên siyasî ya hejmar 28/20 a madeya 11/2 de di çarçoveya 5 hevokan de ji ber ku ji endamtiya partiya siyasî re asteng e endamtiya Hevseroka Giştî ya Partiya We Fîgen Yuksekdag Şenoglu û girêdayî vê jî peywirên wê yên di organên partiyê de dê bi dawî bibe qeydên têkîldarî endamtî û peywirê hatine derxistin."
HDP'ê li hemberî vê mijarê nerazîbûn nîşanda û daxuyand ku dozgerên Dadgeha Bilind peywira xwe derbas kirine û nehiqûqî rewa kirine. HDP'ê daxuyand ku ew ê karên hiqûqî bidin destpêkirin hem li hiqûqa hindur û hemj î navneteweyî de serlêdanên pêwîst bikin. HDP'ê da dayirkirin ku ew kesên ku van biryarên nehiqûqî digirin û pêk tînin bi tundî şermezar dikin.