STENBOL - Endama Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê zimanzan Necmiye Alpay a girtî ye cara yekem derket pêşberî dadgehê. Alpay doz şiband doza Voltaireyê û nirxandina "ev dozekî Voltaire ye" kir.
Doza gerînendeyên weşanê yên giştî yên nobedar ên ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê ya li rojnamger, rewşenbîr, siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan hatibû vekirin li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê berdewam kir. zimanzan Necmiye Alpay cara yekem derket pêşberî dadgehê. Midûrê Karê Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Alpay di dozê de amade bûn.
Gelek akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnameger û parazvanên mafên mirovan doz şopandin. Bi dehan parêzeran herdu rojnameger parastin. Dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û serokê dadgehê îdianame û sûcdarkirinên der barê rojnamegeran de xwend.
'EV DOZEKÎ VOLTAIRE YE'
Piştî ku îdianame hat xwendin Alpay parastina xwe kir û diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de li rojnameyê gerînendetiya nobedar kiriye ji bo balê bikîşine li ser azadiya çapameniyê ev kiriye. Alpad anî ziman ku ev doza dişibe doza Voltaireyê û nirxandina "Ev dozekî Voltaire ye" kir.
Alpay wiha got: "Ez di dozekî din de jî têm darizandin û wekî ku hûn dibînin girtî me. Herdu jî dozên parastina azadiya îfadekirinê ne." Alpay got ku li gorî qanûnê ew nikare bê cezakirin û wiha axivî: "Wekî we ez jî dikarim rexne bikim lê ya girîng ew e ku rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê bikaribin rexne bikin."
KIZILKAYA: ME ROJNAMEGERÎ KIR
Înan Kizilkaya jî di parastina xwe de wiha got: "Em di rojnameya xwe de nûçeyên ku kesek nade bi awayekî rexneyî yan jî bi awayekî soqê da. Bi taybetî jî armanca me piştî 7'ê Hezîranê nêrîna yek derbas kirin bû. Bi awayekî rexneyî nêrîn hem di warê hiqûqî hem jî di warê mirovî de mafek e. Bila rojnamegerên herî baş ên cihanê bên û binêrin. Hke di nûçeyekî de kêmasiyek hebe ez ê hemû sûcdarkirinan qebûl bikim. Me daxuyaniyên rayedarên KCK'ê da. Beriya 7'ê Hezîranê hemû saziyên çapemeniyê li Qendîlê kamp danîn. Yenî Şafak jî di nava wan de bû. Îro girtina me ji ber muxalîfbûna me ye. Me li wir rojnamegerî kir."
Kizilkaya bal kişand li ser pêkûtiyên li ser çapemeniyê û wiha got: "Dema ku li Enqereyê zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin Sedat Peker gote dê xwîn biherike. Kesekî ev gotin bi kar anî niha li derve ye lê ji ber ku min rojnamegerî kiriye ez li hundir im."
Parêzer Ozcan Kiliç jî wiha got: "Di îdianameyê de sernavên rojnameyê hatiye hilbijartin û tê sûcdarkirin lê di vî rojnameyê de her roj bi sedan nûçe derbas dibin."
Parêzer Mehmet Arîf Demîrcî jî got ku nûçeyên ku tê îdîkirin di nav de hêmayên sûc hene divî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de bên nirxandin.
Piştî parastinan dozger mutala da û xwest ku doza ku Alpay û Kizilkaya tên darizandin bi doza esasî ya Ozgur Gundemê ve bê yekirin û ev mijar ji 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê pirsîn.
Heyeta dadgehê piştre ji bo biryarê navber da. Heyetê piştî navberê doz taloqî 14'ê Sibata 2017'an kir.