COLEMÊRG - Serokê AK Partiya Bajaroka Esendereyê Tayfun Ayhan û kekê xwe Murat Ayhan, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî ya kes/ên nasnameya wan nediyar hatin. Di êrîşê de Murat Ayhan mir.
Li Taxa Yenimahalle ya Gevera Colemêrgê, Serokê AK Partiya Bajaroka Esendereyê Tayfun Ayhan û kekê xwe Murat Ayhan, rastî êrîşeke çekdarî ya kes/ên nasnameya wan endiyar hatin. Her du kes ên rastî êrîşê hatin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gever, piştî mudaxileya ewil ew şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Li gel hemû mudaxileyan jî Murat Ayhan mir û her wiha rewşa Tayfun Ayhan jî giran e.