Welatiyên Tekîrdagê ji bo parastina jiyanê dibêjni 'Na'

TEKIRDAG - Welatiyên li hawirdora Çemê Ergeneyê, yê bi pîşesaziyê re veguheriye qadeke rantê, dijîn ji ber bêhna çem û rîskên wê yên wek pençeşêrê bi salan e têdikoşin. Welatiyên xwestin çem bê paqijkirin, dest nîşan kirin ku ew ê ji bo xwedîderketina li qadên xwe yên jiyanê di referandûmê de bibêjin "Na".

Li Trakyayê, ji ber qirêjiya Çem û Hewzeya Ergeneyê, her diçe qadên çandiniyê yên berdar kêm dibin. Li herêmê nêzî 500 fabrîka hene û bêyî tu tevdîr bê girtin, bermayiyên van fabrîkayan bi riyên qaçax li çem tên valakirin an jî diherikînin çem. Ji ber vê li herêmê bêhneke genî ku qirika mirovan dişewitîne berbelav e. Welatiyên ji vê rewşê bi gilî û gazinc in, hema bêje gelek jê nexwe û nerihet in. Li ser vê me bi niştecihên Taxa Saglikê ya Çorlûyê ku çem tê re derbas dibe û bi ekolojîstan re axivî.

‘ERGENE NE ÇEMEKÎ MIRÎ YE, WÎ DIKUJIN'

Serokê Avakarê Înîsiyatîfa Ergeneyê mîmar Arif İsmet Yilmaz, yek ji wan nava ye ku bi salan e li dijî qirêkirina Çemê Ergeneyê têdikoşe. Yilmaz, da zanîn ku 35 sal e ji vî çemî av nehatiye vexwarin û got, dewlet berpirisyarê vê rewşê ye. Yilmaz wiha bertek nîşan da: "Heke hûn bên û hûn li Deşta Ergeneyê pîşesaziyê bi cih bikin, divê hûn zanibin dê xwezaya we bê qetilkirin. Bi ya min wekî din tu pênaseyeke vê pergalê tune ye. Bermayiyên hilberîna saziyên pîşesaziyê yên bê ruxset, li vî çemî tên valakirin. Ji ber vê ket vê rewşê. Li gor daxuyaniyên zanistî, niha di derceya 4'emîn a qirêjiyê de ye. Yanî ne çemekî mirî ye, rewşeke mirî lê bar kirin."

‘LI DEŞTA ERGENEYÊ BERMAYIYÊN 2 HEZAR Û 500 TESÎSÊN PÎŞESAZIYÊ HENE'

Yilmaz têkildarî xebatên projeya dawerivandinê ya herî dawî ev agahî parvekirin: "Bi hin makîneyan besterobar tên berfirehkirin. Dê tesîsên dawerivandinê bên çêkirin, dê êdî bermayiyên pîşesaziyê li van tesîsan bên berhevkirin û dê di van dawerivandinên navendî de bên dawerivandin û bi riya kolektoran ber bi Marmarayê ve bên valakirin. Tê gotin ku, 'Dê êdî welatiyên me yên li hawirdora Çemê Ergeneyê ji vê bêhnê xelas bib, dê bi rîska pençeşêrê re rû bi rû nemîne.' Dema em dipirsin ji bo çi? Ewçax çima hûn bi deşarjiyê diherikînin Behra Marmarayê? Hîn bersivek nedane. Bi ya min xapandinek heye. Em ne projeya wan dibînin, ne jî kirinên wan. Bi gel re nayê parvekirin. Sedema rewşa çem ew e ku, bermayiyên 2 hezar û 500 tesîsên pîşesaziyê yên Deşta Ergeneyê ne. Bi rastî jî heke hûn dixwazin vir dawerivînin, ne hewceyî hûn heta Marmarayê bişînin, yanî ne hewceyî ewqas mesrefî ye. Wê ava hûn bişînin wir dê qirêjî be. Ji ber vê dê giyanewerên Behra Marmarayê yên heyî jî tune bibin."

‘NE MUMKUN E KU DI PROJEYEKE WISA DE RANT TUNE BE'

Hevserokê Înîsyatîfa Ergeneyê Servet Taşkin, diyar kir ku ew 5 sal e li dijî vê qirêjiyê têdikoşin û wiha got: "Mirovên li vir zaf bertekê nîşan didin. Çimkî, pençeşêr li xizmên wan peyde dibe. Ji malbata wî/ê yek jê ji ber pençeşêrê dimir û ev her diçe zêde dibe. Di 2-3 salên dawî de hema bêjê di her malabtê de pençeşêr li ferdekî wan peyde bûye. Ev rewşeke wehîm . Ji bo ev zêde nebe divê di warê ekolojiyê de gel agahdar be." Her wiha Taşkin bi bîr xist ku, ji bo paqijkirina çem Yekîtiya Ewropayê fon daye Tirkiyeyê û wiha got: "Soz dan ku ew ê di sala 2013'an de temam bikin. Piştî negihandin, vê cara gotin ew ê di sala 2015'an de temam bibe. WÊ salê jî temam nekirin. Niha jî dibêjin di navbera 2017-2018'an de. Dibêjin ew ê di nava 700 rojî de vir temam bikin. Ne bawer im. Di pêşnûmayeke wisa de ne mumkun e rant tune be."

‘NAXWAZIM LI VIR BISEKIM, JI BER VÊ DIBÊJIM 'NA''

Gulbhara Gurs (45) a 15 sal e li hawirdora çem rûdinê, diyar kir ku êvaran ew ji ber bêhna genî nikarin rakevin û wiha got: "Em nahêlin zarok derkevin derve. Çem bigirin, dê ji vê rewşê çêtir be. Ne zivistanê, lê havînan zêde bêhn jê tê. Em nikarin derkevin derve." Gurs, dest nîşan kir ku ew ji neçarî û xizaniyê li hawirdora çem rûdinên û got, ji ber ew naxwazin li van qadên jiyanê yên li wan hatiye rewakirin rûnin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

‘LI VIR QEY EM NE WELATIYÊN VÎ WELATÎ NE?'

Ji niştecihên taxê Mehmet Kayali (67) ê li şevnişînan dijî, ji ber madeyên kîmyewî yên ji çem berbelav dibin li hevjîna wî pençeşêr peyde bûye. Kayali wiha vegot: "Bi salan e em liv ir êşê dikêşin, Xwedm neyîne serê tu kesî. Ji bilî bêhna wê, pîsîtiya wê jî zaf e. Havînan av dikeve hundurê malê jî. Qaşo dest bi çêkirina wê kirin. Lê bû 8-9 meh. Ji ber heriyê êdî em nikarin têkevin hudnrê mala xwe jî. Di hilbijartinan me xwe avêt wekîlan. Îsal hin tişt kirin. Lê nizanim dê kengî biqede. Li vir, qey em ne welatiyê vî welatî ne? Di dema dengan de em diçin dengê xwe bi kar tînin, lê... Em serokwezîr, serokomar hildibijêrin, niha jî em ê qiral hilbijêrin. Lê hayê kesî jî jê tune ye, welatî sax in an mirî ne. Kes nizane em çi dikêşin. Çimkî nayên û bi çavê xwe nabînin! Li vîlla û qesrên Enqereyê ne. Lê em jî van êşan dikêşin. Em nikarin derdê xwe jî vebêjin. Di televîzyonan de dibêjin 'birayên me yên misilman mirin', yahû ma em çi ne? Hayê te jê hey? Em dimirin! Ji birçîbûnê, perîşaniyê, xizaniyê... Tu dibînê bê çi qas mirov li vê taxê hene. Rojekê bila hin jê serî li van deran jî bixin û bibêjin halê we, rewşa we çî ye?"

‘SED CARÎ, HEZAR CARÎ, MILYON CARAN 'NA''

Kayali, xwest demildest çareseriyek ji vî çemê veguheriye rantê re bê dîtin û got, ew ê di referandûmê de bibêje "Na". kayali wiha axivî: "Ez li vî welatî dijîm. 5 kurê min ji dewletê re leşkerî kirin. Temenê min bi karmendiya dewletê re derbas bû, lê niha di şevnişînan de dijîm. Li vî welatî heqê feqîr û fuqareyan, heqê êtiman dixwin. Bi salan e yên li Enqereyê dixwin. Ez sed carî, hezar carî, milyon caran dibêjim 'Na'."

ZAROK NIKARIN LI DERVE BILÎZIN

Ji zarokên taxê Yigit Kayali (8) ê dayika wî destûrê nadê ku li derve bilîze, got ji be rbêhnê ew nikarin bi rihetî derkevin derve û bilîzin û ev rewş wî xemgîn dike. Nursenem Işik (11) a bêyî haya diya wê jê hebe bi dizîka derketiye derve, ji ber bedena wê hesas e, madeyên kîmyewî yên ji çem berbelav dibin bandoreke neyînî li laşê wê dike. Işik wiha axivî: "Dema em dertên derve tim nexweş dikevin. Ji ber vê em pir nikarin derkevin. Carinan diya min destûrê nade. Em tim diçin bijîşk, ji ber vê qet destûrê nade û ev rewş ez xemgîn dikim."

‘JI BER BÊHNÊ FEDÎ DIKIM MÊHVANAN VEXWÎNIM'

Ayfer Işik (45) ê 15 sal e li hawirdora çem dijî jî got, ji ber bêhnê ew fedî dike mêvanan vexwîne malê. Işik, diyar kir ku ji ber bêhna çem neriheytiya cildê li zaroka wê peyde bûye û got, dema baran dibare mala wan di nav avê de dimîne. Işik a got, "Çend sal e gelek kes hatin û çûn, lê tu tişt neguherî..." diyar kir ku ji bo ew xwedî li qadên xwe yên jiyanê derkevin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Necla Demir/ Ugur Atabay - dîhaber