Dixwazin kujerê Şerzan Kurt berdin!

ÊLIH - Li polîsê ku xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt kuştibû, pêşî cezayê muebetê hatibû birîn. Lê ev ceza di navbera Dadgeha Bilind û dadgehên herêmî de gelek caran çû û hat û niha jî ew daxistin asta "birîndarkirina girankirî". Bav Omer Kurt, vê biryara Dadgeha Bilind nirxand û wiha got: "Baweriya me ya bi edaletê şikest."

Di 12'ê Gulana 2010'an de xwendekarê Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Şerzan Kurt (21) bi guleya polîsekî ji milê xwe birînda bû û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê 2 sal berê 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, der barê polîsê kujer der biryar da. Lê heman dadgehê vê carê dev ji vê biryara xwe de û xera kir. Di 9'ê Îlona 2012'an de 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê der barê Şahin de cezayê muebetê dabû. Paşê dadgehê cezayê li Şahin hat birîn, daxist 8 salan. Bavê Şerzan Kurt, Omer Kurt vê biryarê nirxand û got, ev biryara neyînî baweriya wan a ji bo edaletê nehiştiye.

Kurt, bi bîr xist ku di serdema ev bûyer qewimî de, ji ber polîtîkayên hikûmetê li zanîngehan li dijî xwendekarên kurd êrîş çêdibûn û wiha axivî: "Wisa dixuya ku ev bûyer ji navendekê dihatin birêvebirin. Kontrola şer û êrîşên li Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê ji aliyê komeke çetewarî û polîsan ve dihat kirin. Di navbera xwendekarên kurd û koma din de şer qewimî. Ji du polîsên ji nav koma çetewarî derketin yek jê çek bera Şerzan da. Hemû polîsên li hawirdorê, li dor Şerzan kom bûn û polîsê kujer ji cihê bûyerê reviya. Ev hemû di qeydên kamerayan û beyanên şahidan de hene. Polîs jî di dadgehê de beyan kir ku ew û şerzan rû bi rû hatine û wî berdaye Şerzan."

‘JI BO BERDANA SÛCADAR DOZ BIRIN ESKÎŞEHÎRÊ'

Kurt, diyar kir ku diviya doz li Mûglayê bihatana dîtin, lê demildest ew veguhastin 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê û wiha got: "Ev biryara, li hemberî daraz û dadgehê şik û gumanên me jî zêde kirin. Yanî Eskîşehîr bû cihê berdana polîsan. Berê jî doza gelek bûyeran li Eskîşehîrê hat dîtin û sûcdar serbest hatin berdan."

‘ME ÎTIRAZÎ BIRYARÊ KIR'

Kurt, dest nîşan kir ku heyeta dadgehê di biryara xwe ya ewil de wek xelatkirinê 8 sal ceza li polîs birî û wiha domand: "Pêşî 1'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ji ber kuştineke qesdî ye, vî cezayî hindik dît û biryarê xera kir. Paşê hemdan daîreya cezayê 16 sal ceza lê birî. Lê îro jî heman daîreya ku hemû endamên wê guherîne, vî cezayî pir dibînin û xwestin biryara "birîndarkirina girankirî" bidin û ceza dabixin. Di vê biryarê de wisa wisa dixuyê ku tu dibê qey polîs ji bo birîndarkirineke hêsan tevgeriyaye. Lê belê wek em dizanin, bi zanebûn Şerzan hedef hat girtin û berdanê. Zaf bi zanebûnî bera cihê mirinê dan. Daîreya Dadgeha Bilind li gel vana hemûyan jî xwe li nedîtiyê datîne û wek dixwaze polîs bide berdan ceza dibire. Me tevî parêzerê xwe îtirazî vê biryarê kir. Em li benda encamê ne."

‘ÊDÎ EDALET NE BINGEHA MILKÎ YE'

Kurt anî ziman ku, li Tirkiyeyê edlaet li gor rewş, şexs û demê diguhere, bi awayekî wekhev li mirovan nayê parvekirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê edalet ne edlaeteke rasteqîn e û edalet ne bingeha milkî ye jî." Kurt, dest nîşan kir ku biryara hatiye dayîn baweriya wan a ji bo edaletê şikandiye û got, ev bandorê li hemû kesên xwedî wijdan dike.

‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'

Kurt, ragihand ku piştî biryara Lijneya Giştî ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û paşê jî serî li riyên serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin û got, ew ê heta dawî li dijî nehqeyê bitêkoşin û şopdarê dozê bin.

Mahmut Ruvanas / Sonya Bayik - dîhaber