Xizmên nexweşên SSPE'yî: Çima we jehr enjekteyî zarokên me kir?

RIHA - Li Rihayê gelek zarok ji ber îlaca xerabe bi nexweşiya SSPE ketin û gelek ji wan mirin. Serokê Komeleya Nexweşên SSPE ya Rihayê Îsa Çetinkaya li hemberî vê rewşê bertek nîşan da û got: "Ji bo çi we jehr enjekteyî van zarokan kir?"

Dema Osman Durmuşê MHP'î Wezîrê Tenduristiyê bû, di serî de li Riha û Êlihê li gelek bajarên kurdan bi hezaran zarok ji bo tamana sorikê ya tê îdiakirin kartû (ne teze) bû hatin derzîkirin. Ji ber vê tamanê li gelek zarokan nexweşîna Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) peyde bû û hîn jî ji ber vê nexweşînê kes dimirin. Di tamankirina ku di serdema wezîrtiya Durmuş (1999-2002) de hat kirin, gelek zarok mehkûmî erdê bûn û li ber çavên malbata xwe bi eziyet jiyana xwe ji dest didin. Li Rihayê di 24'ê Sibatê de Mehmet Altun (18) ji ber vê nexweşînê piştî eziyeteke 11 salan jiyana xwe ji dest da.

'WAN KURÊ MIN KUŞT'

Nexweşê SSPE'yê Mehmet Altun, dema pitik bûye hatiye tamandin û dema bûye 7 salî mehkûmî erdê yanî nav cihan bûye. Piştî enfeksiyonekê malbata wî ew radikin nexweşxaneyê û piştî tedawiyeke 45 rojan Altun di 18 saliya xwe de mir. Bavê Altun, Muslum Altun wiha bertek nîşan da: "Tamana xerabe ya dewletê ew kuşt. Wan kurê min kuşt." Altun, anî ziman ku bi sedan zarokên nexweşê SSPE'yê piştî hin nûçeyên mirinê demeke kurt bûne rojev û paşê hatine jibîrkirin. Altun, diyar kir ku bi şevan ew bi qîrînên Mehmet hişyar dibûn û got, ji ber êşa kurê wî dikêşe derûniya hemû malbatê xera bûbû. Altun, da zanîn ku ji ber tenê karta wan kesk hebûye, ancax wan wisa karibûye tedawiya kurê xwe bike. Altun, dest nîşan kir ku ji bo hin zarokên din ên nexweşê SSPE'yê nemirin, divê di warê tedawiyê de alîkariya malbatan bê kirin û wiha axivî: "Kesên ev kirin, hewaleyî Xwedê kim. 11 saln li ber çavê min kurê min heliya. Ji ber taman kartû ya dewletê kurê min 11 salan îşkence kêşa. Em jî bi wî re mirin. Min keça xwe ji dibistanê girt, da li kurê min binihêre. Meaşê lênerîna nexweşan didin, lê em doza tedawiyê dikin. Her meh hezar lîre lêçûna kurê min hebû. Lê ez jî rojê 80 lîreyî qezenc dikim. Ez firinvan im."

Dayik Emine Altun jî wiha behsa êşa xwe kir: "Ji xwe dev, ziman, dest û piyên wî girêdayî bûn û êdî mirî ye. Li vî welatî tiştê anîn serê kurdan, ne anîn serê tu kesî jî. Wan kurê min kuşt."

'DI DEMA WEZÎRÊ MHP'Î DE TAMAN KARTÛ HAT KIRIN'

Serokê Komeleya Nexweşên SSPE ya Rihayê İsa Çetinkaya, diyar kir ku 2 sal e kurê wî nexweşê SSPE'yê ye û got, bi awayekî qesdî an jî îhmalkarî zarokên li herêmên çolter dijîn hatin jehrîkirin û ji ber baş li wan nayê nihêrîn yeko yeko dimirin. Çetinkaya, dest nîşan kir ku di navbera salên 1999-2002'yan de dema Osman Durmuş Wezîrê Tenduristiyê bû, bi taybetî li bajarên kurdan tamana kartû ya sorikê li zarokan hatiye kirin û ji ber vê tamanê nexweşîna SSPE'yê li zarokan peyde bûye û got, hîn jî ev rastî ji aliyên hin derdoran ve nayê qebûlkirin. Çetinkaya, da zanîn ku dema hîn dibin nexweşên SSPE'yê ne hemû derî li ser wan tê girtin û wiha got: "Ne kar û bar, em tedawiya zarokan dixwazin. Di salên 90'î de 2 derzîkirinên diviya 7 mehên carekê li zarokên me bihatanan xistin, tenê carekê li wan xistin. Dîsa di heman serdemê de tamana kartû li zarokên me xistin. Dema bûn 5-6 salî nexweşîna SSPE'yê li wan peyde bû. Pêşî kurê min di axaftin û meşînê de tengijî. Em çûn cem gelek bijîşkan, ji xwe hayê me ji vê nexweşînê tune bû. Bijîşkan digot we tamana sorikê nekiriye."

'ÇI SÛCÊ KURDAN HEYE?'

Çetinkaya, da zanîn ku wan li Rihayê heta niha hezar û 681 nexweşên SSPE'yê qeyd kirine û derpêş kir ku, di rewşa nexweşîneke wisa cidî de, îktidar pêşî alîkariya alîgirên xwe dike. Çetinkaya ji rayedaran pirsa "Çi sûcê kurdan hebû?" kir û wiha axivî: "Çima ev zarok ji ber nexweşînê dimirin? Çima wan mirovan jehr enjekteyî van zarokan kir? Çima rêveberiyên nû hatin ji bo tedawiya wan tiştek nekirin? Ka oldar bûn, ka behsa Xwedê û Pêxember dikirin? Heke kurê min bixwendana belkî bibûna bijîşk, belkî bibûna rojnamger." Çetinkaya, dest nîşan kir ku zarokên wan li pêş çavê wan wek kulîlkekê diçilmisin û got, li Tirkiyeyê 21 hezar nexweşên SSPE'yê hene, lê belê li welatên din hema bêje qet tune ne. Çetinkaya, da zanîn ku li Rihayê bijîşkê Nurolojiyê yê li nexweşên SSPE'yê dinihêre jî tune ye û got, bijîşkê hat jî piştî 2 mehan revuya. Çetinkaya, diyar kir ku bijîşkê Nurolojiyê yên kesên gihaştî li zarokan nedinihêrî û her wiha ji bo wan derman jî nedinivîsanin.

‘JIYAN LI ME BÛ KABÎS'

Serokê Komeleya Nexweşên SSPE'yê ya Amedê Ercan Akto jî, got li Amedê 300 nexweşên SSPE'yê yên qeydkirî hene û got, li hemû bajarên herêmê jêmaniya bijîşkên Nurolojiyê heye. Akto wiha axivî: "Divê di navbera temenên 0-18'an de esas bê girtin. Li gor fermiyetê kesên di biniya 18 salan de diçin nexweşxaneya zarokan. Ji ber li herêmê xweşikî nurolojiya zarokan tune ye, nexweşên li bajarên hawirdorê tên Amedê. Dema ji bo Nurolojiyê randevu tê xwestin, ancax piştî mehekê vê randevuyê didin. Carinan derûniya bijîşkan jî xera dibe." Akto, da zanîn ku di 6 saliya wî de nexweşîna SSPE'yê li kurê wî peyde bûye, 14 sal e ji ber vê nexweşînê kurê wî dihele û wiha got: "Jiyan li me bû kabîs. Bifikirin em diqîrin, lê kes nabihîse. Dema mehkûmî nav nivînan dibin hin jê piştî 3 mehan, hin jê 6 mehan, hin jê 24 mehan şûnde dimirin. Her roj zarokên me tên îşkecekirin. Wek malbatan li hemberî vê rewşê dilê me ranagire."