Ji ber polîtîkayên 'ewlehiyê' mêşvan neçar mane!

DERSIM - Li Dersimê hema bêje hemû qadên çolterî wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Ji ber vê qedexeyê yek li herêmê he rdiçe mêşvanî ya ku çavkaniyeke debarê ya girîng e, kêm dibe. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Mêşan a Dersimê Kazim Dogan, diyar kir ku hilberîner nikarin kewarên xwe li zozanan deynin û got, ji ber qedexeyan ew zehmetiyê dikşînin.

Li Dersimê, di 2 salên dawî de hema bêje hemû qadên çolterî wek herêmên "ewlehiyê" hatine îlankirin. Li herêmê ev qedexe herî zêde bandorê li mêşvanan dike. Mêşvan nikarin biçin zozanan û mêşên xwe xwedî bikin. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Mêşan a Dersimê Kazim Dogan, li herêmê zehmetiyên ku mêşvan dikişînin û pirsgêrêkên bi wan re rû bi rû dimînin vegotin. Dogan, diyar kir ku hilberîner nikarin kewarên xwe li zozanan deynin û got, ji ber qedexeyan ew zehmetiyê dikşînin.

ÎLANKIRINA QEDEXEYAN BANDOREKE NEYÎNÎ LI HILBERÎNÊ DIKE

Dogan, dest nîşan kir ku ji ber îlankirina "Herêma Ewlehiya Taybet" ên salan hem dilnerihetî zêde bûye û hem jî qadên jiyanê zaf hatien tengkirin û wiha got: "Mirov li gundê xwe, li ziyaretgehên xwe dilnerihet in. Tu bikî nekî ev bandorê li hilberînê jî dike û dibe sedema ketina hilberînê."

LI NOQTEYÊN VENÊRÎNÊ TÊN ASTENGKIRIN

Dogan, diyar kir ku mêşvanî jî karekî demsalî ye û got, ji bo mêşvaniyê bihar serdema herî girîng e. Dogan wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de rêbazeke xweyîkirinê ya hînbûyî heye. Li cem me jî ev tê bikaranîn. Êdî mêşvaniya profesyonel vê divê. An jî carinan rêbazên xweyîkirinê yên înîverê tên bikaranîn."

Dogan, dest nîşan kir ku di noqteyên venêrînê de ji ber "ewlehiyê" destûra derbaskirina zexîreyan nayê dayîn û got, mêşvanan jî nesîbê xwe ji vê girtiye. Dogan wiha domand: "Yanî mêşvan nikarin malzemeyên ji bo xwedîkirina mêşên xw ebibin. Tên astengkirin. Ev jî bandorê li berdariyê dike. Heke mêşvan di vê pêvajoyê de ji bo mêşên xwe kadroyekê çêneke, dê nikaribe hinguv jî bi des bixe. Di vî warî de me bi hin rayedaran re hevdîtin çêkirin. Hêvîdarim, encameke erênî derkeve."

Dogan, da zanîn ku berê hejmara hilberînerên mêşan 400 bû, ev di sala 2014'an de derketiye 800'î û got, ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" hilberîner yeko yeko dev ji vî karî berdane. Dogan wiha axivî: "Niha li cem mêşvanên me nêzîkatiyeke wiha heye, 'Ji xwe qedexe heye, em nikarin biçin zozanan. Jiyana li vî bajarî talûke ye. Em dixwazin mêşên xwe bifirşin.' Em navê vana qeyd dikin. Hin kes dixwazin mêşên xwe bifiroşin, hin kes jî dixwazin bikirin. Vê rewşa ku di salên 2014-2015'an de zêde bû, niha kêm dibe. Mirov ji ber gumana ewlehiyê, êdî pir nêzî mêşvaniyê nabin."