Polîs bi tiryakêşan dikenin û derbas dibin

DÎLOK- Kişandina Tirkiyakê li bajarên herêmê her ku diçe belav dibe. Polîs jî li gel dizanin çavê xwe digirin û destûr dirin. Ciwanê 19 salî E. A ku 5 salin tiryakê dikişîne, diyar kir ku ciwanên Taxa Vatanê ji sedî 80 tiryakêdikişînin û polîs temaşe dikin. E.A. got ku ji polîsan re got ez dizanim kî difroşe, lê bi wî keniya ne.

Li Tirkiye û bi taybetî li bajarên herêmê kişandina Tiryakê di bin çavdêriya polîs û rayedarên dewletê de pêş dikeve. Li Taxa Vatan a Şahînbeya Dîlokê jî gelek ciwan dikişînin. Ji 13-14 salî heta 50 salî gelek kesên tiryakê bikar tînin hene. Şêniyen taxê ku bertek nîşanî tiryakêşan didin jî rastî lêdan û êrîşa bi çekan tên.

Ciwanê 19 salî E. A ku jî yek ji ciwanên ku li taxa Vatanê tiryakê bikartîne. E.A ji 14 saliya xwe ve tiryakê dikişine. E. A destpêkirina tiryakê û serpêhatiya xwe ji me re vegot. E.A diyar kir ku ew destpêkê bi hevalên xwe re diçû xaniyên xirabe yan jî şikeftan vexwarinên bi alkol yan jî esrar dikişand û wiha got: “Em hefteyê 2-3 rojan diçûn şikeftan yan jî xaniyên xirabe. Carekî em çûn hinek zilamên temenê wan mezin jî li şikeftan bûn û wan tozek spî da me. Me jî di beramberê wê de esrar da wan. Toza spî eroin bû. Piştî demekê me dest vexwarina wê kir û êdî dema me nedikişand kriz dihatin me. Em wisan fêrî bûn.”

‘DI ROJÊ DE HERÎ KÊM 100 TL EROÎN DIKIRIM’

E. A da zanîn ku piştî ku tam dest bi karanînê kir êdî cihê ku lê tê firotin nazkir û wiha pêde çû: “Kêsên ku em ferî tiryakê kirin em dibirin cem tiryakfiroşan. Ev kesane pir li Vatan û Hecîbaba hene, gelek kesên li taxên din jî tên ji wan dikirin. Rojê qasî 100 TL diçe. Di rojê de 5-6 gr divexwim.”

‘MIN KESÊN DIFROŞIN JI POLİSAN RE GOT BI MIN KENIYAN’

E.A anî ziman ku ew dixwaze dest jê berde û wiha axivî: “Min çend car ji polîsan re got ezê kesên difroşin nîşanî web ikim. Lê polîsan deng nekir bi min keniyan. Polîs tiştekî nake.”

‘NE HEVAL NE JÎ MALBAT LI DORA MIN MA’

E. A got ku piştî karanîna tiryakê têkiliyên wî bi malbat û derdor re neman, kes bawerî pê nayîne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Tenê kesên ku ez pêre di nava têkiliyan de kesên tiryakkêşin. Ez mezinê malê me, bavê min di girtîgehê de ye. Min destpêkê ji malbatê re dixebitî. Lê niha wan dest ji min berdane. Malbatê ji bo min gelek hewilda lê dawî de berda. Kesên ku bi kartînin ji malbatê qut dibin. Gelek jî ji ber ku malbat pêre mijîl nabe dest bi tiryakê dikin. Piştî malbat dest ji te berdide êdî pere nîne û em neçar dimînin diziyê bikin.”

E.A anî ziman ku her çend bixwazin dest jê bedin jî dema di rêde diçin tiryakfiroş dizanin ew kes divexwe yan ne, piştî wê jî bi wan ve dizeliqin û malê xwe difroşin wan. E .A destnîişan kir ku ew dixwaze tiryakê berde û wiha got: “Ezê tedawî bibim. Her kes jî wek min dixwaze tiryakê berde. Yekem divê tu bi nefsa xwe bikarî.”

‘DEMA EM BERTEK NÎŞAN DIKIN, BI ÇEKAN ÊRÎŞÎ ME DIKIN’

Welatiyê navê Halîl Demîr (45) ku birayê wî ji ber bertek nîşanî tiryakfiroşan kir hat birîndar kirin, bertek nîşanî tiryakfiroşan kir û wiha axivî: “Ji ber tiryak kêş û tiryakfiroşan em nikarin derbikevin ji derve. Zarokê xwe rênakin dibistanê. Bi şev yek carî em nikarin derkevin. Dema em bertek nişan dikin jî bi çekan êrîşî me dikin. Em xeber didin emniyete lê nayên cihê buyerê. Dewlet baş dizane lê deng nake.”

‘DEMA PERE NABÎNIN DIZIYA ME DIKIN’

Esanfê bi navê Halîl Ceyran (25) jî da zanîn ku kesên tiryakê kartînin diziya wan dikin û wiha pêde çû: “25 telefonên min hatin dizîn. Min diz teslîmî emniyetê kir lê piştî 2 rojan berdan. Dema min bertek nîşanî emniyete da ji min re gotin ‘heta tiştekî bi te neke em nikarin wî bigirin’.”