Bi sedan sedema Mexsudavayiyên bêjin 'Na' hene

COLEMÊRG - Şêniyên Gundê Maxsudava yên di êrîşên li dijî Geverê de xaniyê wan hatin xerakirin û zerarek mezin ji êrîşên polîs û leşkeran dan diyar kirin ku ji bo di referandûmê de bêjin "Na" bi sedan sedemên wan hene.

Li navçeya Geverê ya Colemê di 13'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Piştî li Geverê derketina kolanan hat îlankirin polîsan û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî êrîşî Gundê Mexsudava yê 3 kîlometre dûrî Geverê kirin û gelek xanî xera kirin. Li gundê ji 300 xaniyan pêk tê, diyar kirin ku ji bo bêjin "Na" bi seden sedemên wan hene. Welatiyan diyar kirin ku bi tevahî gundê wan xera bibe jî dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

GUND LI BER ÇAVÊ WAN HAT ŞEWITANDIN

Welatî Îsmet Guleryuz diyar kir ku ji destpêka qedexeyan heta dawiya qedexeyê li gund bû û wiha got: "Min qet gund terk nekir. Pişti taxên Cumhuriyet û Gungorê xera kirin gelek polîs û leşker hatin gund. Leşker û polîsên ku hatin gund gef li me xwarin ku em gund vala bikin. Bi zorê gund vala kirin û li ber çavên me gund xera kirin û şewitandin. Leşkeran heqaretên mezin li me kirin. Rojekê fermandar emir da leşkeran û leşkeran bi zorê ez tasî kirim û xistim bin piyên xwe. Ez li erdê dirêj kiribûm û li ser min digeriyan."

'EM JI KESÊN GUNDÊ ME ŞEWITANDIN RE DIBÊJIN NA'

Guleryuz, anî ziman ku ew di referandûmê de ji kesên gundê wan şewitandin re dibêjin "NA" û wiha got: "Her dem digotin hûn alîkariyê dikin em dê we bikujin. Gundê me xera kirin û destûr nedan ku em gundê xwe ava bikin. Em dê ji kesên gundê me û mizgefta me li ber çavên me şewitan re bêjin "Na" .

‘JI BO GEŞKIRNA JIYANÊ EM DIBÊJIN NA'

Welatiyê bi navê Hamza Aykut jî anî ziman ku ew dê bêje "Na" û ji bo "Na" bi sedan sedem hene. Aykut, anî ziman ku Maxsûdava bi tevahî hat xerakirin û wiha got: "Ez û hevsera min a emeliyat bûbû bi zorê ji gund derxistin. Niha tu xanî sax nemaye. Bê sedem gundê me xera kirin. Ji bo ku dîsa li ser vê axê jiyan ji nûve geş bibe em dibêjin "Na"