WASHÎNGTON - Xebatên şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokê DYE’yê Trump Michael Flynn, ên ji bo Tirkiyeyê beramberî 500 hezar dolarî kirin di bin çavdêriyê de ye. Navbenykariya di navbera AK Partî û Flynn de jî derket holê ku Serokê TAÎK’ê Ekîm Alptekîn kiriye.
Xebatên lobî yên şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYE’yê Mechael Flynn ê ku beramberî 530 hezar dolarî ji bo Tirkiyeyê dane meşandin di bin çavdêriyê de ne. Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer, diyar kir ku beriya Serokê DYE’yê Donald Trump, Flynn ê ku îstîfakiriye vê peywirê bide ne dizanî ku ji bo welatek biyanî xebatên lobî dane maşandin.
Ajansa nûçeyan a Associated Press (AP) a Amerîkayê Flynn û şîrketa wî Flynn Intel Group Inc, di belgeyên ku roja Sêşemê pêşkêşî Wezareta Dadê ya DYE’yê kiriye de diyar kir ku wan beriya niha ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê xebatên lobî dane meşandin. Hat diyarkirin ku peymana xebatên lobî ya mijara gotinê di 8’ê Mijdarê de dema Donald Trump wekî serokê DYE’yê hat hilbijartin hatiye betalkirin.
PERE LI SER ŞÎRKETA ALPTEKÎN HAT RÊKIRIN
Di belgeyên AP’ê de, pere li ser şîrketa Inovo BV a Karsazê Tirk Ekîm Alptekîn hatiye şandin. Li gorî nûçeya AP’ê Ekim Alptekîn jî ji aliyê Serokomar Erdogan ve wekî endamekî lijneyek ê aboriyê hatiye peywirdar kirin. Alptekîn di daxuyaniya dayî AP’ê de wiha dibêje: “Min hevdîtina di navbera Flynn û du rayedaran a li otela New Yorkê eyar kiriye.”