Veli Saçilik ê hat binçavkirin: Îşkence li min kirin

ENQERE - Karmend Veli Saçilik ê rojên borî ji karmendiyê hat dûrxistin û di operasyona li dijî girtîgehan de milê wî hatibû jêkirin got “Di bin çavan de îşkence li min kirin."

Akademîsyen Nuriye Gulmen ku ji karê xwe hat avêtin, ji bo parastina mafê xwe bi dehan caran çalakiya rûniştinê pêk anî û hat binçavkirin. Cara 16'emîn li Kolana Yukselê got “Ez karê xwe dixwazim” û xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne. Îro karmend Mahmut Konuk û Veli Saçilik ên ji karên xwe hatin dûrxistin jî xwestin piştgiriyê bidin Gulmen û çalakiyê pêk bînin. Piştî mudaxaleya polîsan Gulmen, Konuk û Saçilik hatin binçavkirin.

Saçilik ku piştî hat binçavkirin di maşîneya polîsan de agahî da dihaberê û got: "Bi kulman li ruyê min dan.Ez bi erdê re kaş kirim. Bi pêhnan li lebatên min ê zayendî dan. Ez rastî îşkenceyê hatim. Rewşa min pir xerab e. Ez banga piştevaniyê li her kesî dikim.”

Saçilik, di sala 2000’an de li Girtîgeha Burdurê di operasyona cendirmeyan de bi maşîneyên kar hatibû qutkirin. Milê Saçilik ê hatibû jêkirin rojek şûnde li kolanê hatibû dîtin.

Mahmut Konuk jî di nava Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî cih digire û 120 hefteye ji bo girtiyên nexweş têdikoşe.

Akademisyen Gulmen jî 16 caran çalakî pêk anî û cara 14’emîn hat binçavkirin.