Di anketa dawî de ji sedî 42 'Erê' ji sedî 57 'Na' ye

AMED - Navenda Lekolîna Cemaweriyê ya Avrasya di navbera 3-9'ê Adarê de der barê referandûmê de anket çêkir. Li gorî encama anketê ji sedî 42.43 dibêjin erê û ji sedî 57.57 jî dibêjin "Na".

Navenda Lekolîna Cemaweriyê ya Avrasya di navbera 3-9'ê Adarê de der barê referandûmê de li 26 bajar û navçeyan li ser 8 hezar û 120 kesan anket çêkir. Li gorî encama anketê ji sedî 42.43 dibêjin erê û ji sedî 57.57 jî dibêjin "Na". Di anketa ku li Stenbol, Enqere, Îzmir, Antalya, Konya, Qeyserî, Aydin, Bursa, Tekîrdag, Wan, Mêrdîn, Riha, Edene, Zonguldak, Balikesir, Manîsa, Meletî, Agirî, Samsun, Trabzon, Kastamonu, Erzirom, Dîlok, Hatay, Kirikkale û Kocaeliyê hat kirin "Na" bi 15 pêlan di pêş de ye. Li gorî encama anketê ji sedî 42.43 dibêjin erê û ji sedî 57.57 jî dibêjin "Na".