AMED - Peywirdarên perwerdehiyê yên li Zanîngeha Dîcle û ÎMO’ya Amedê, di lêkolînên li navçeya Samsata Semsûrê ku erdheja 5.5 pêl pêk hatibû de tesbîtkirin ku sedema xisara di avahiyan de ji ber bikaranîna amûrên bêqalîte ye.
Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê û Fakulteya Endezyarên Zanîngeha Dîcleyê rapora derbarê erdeja li navçeya Samsata Semsurê ya bi navê “Rapora pêşîn a nirxandina erdheje li Samsata Semsûrê” aşkera kir. Heyeta ji Fakulteya Endezyarên Zanîngeha Dîcleyê Yrd. Doç. Dr. M. Şefîk Îmamoglu (endezyarê Jeolojî), Yrd. Doç. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglu (endezyarê înşaetê), Yrd. Doç. Dr. Mehmet Emîn Oncu (endezyarê înşaetê) û endezyarê înşaetê ya ÎMO’ya Amedê Zekî Şîmşek pêk tê rojek piştî erdhejê çûn Samsatê û lêkolîn kirin.
Heyeta ku li qada erhejê 20 saet man diyar kir ku li başûrê gundê Uzuntepe yê şi bakur-bakurêrojava yê navçeyê cih digire erdhejek pêk hatiye û wiha got: “di erdheje ku kesekê jiyana xwe ji dest neda lê 30 kes birîndar bûn de hat tesbîtkirin ku gelek avahiyên li navçeyê xisar dîtine. Di lêkolîna li navenda navçeyê hatiye kirin de avahiyên ku hilweşiyane ne hatine tesbîtkirin. Di avahiyên xisar dîtine de jî hatiye tesbîtkirin ku amûrên bê qelîte hatine bikaranîn. Di stûnek a avahiya xizmetê ya Şaredariya Samatê de xisarek mezin hatiye dîtin û nikare xwe li ser lingan bigire. Betona div ê stûnê de hatiye bikaranîn ne xwedî granulometriyeyê nîne. Dîwarên avahiyê hemu kelişîne.”
Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin ragihandin: “Gelek avahiyên ku xisarên bingehîn têde tune ne hatine dîtin. Di van avahiyan de tene dîwar qelişîne. Di dîwarên Dibistana Amadeyî ya Anadoluya Samsatê û Qeymeqamtiya Samsatê de qelişînên zêde hene. Gelek avahiyên ku banê wan rabûne û dîwarên wan hilweşiyane nikarin bên bikaranîn. Gelek xisarên ku hatin tesbîtkirin ne bingehînin dibe ku bibin sedema windahiyên canê welatiyan. Li gelek gundan jî dîwarên avahiyan xisar dîtine.”