‘Em agirê Newrozê li her derê belav bikin'

AMED - Agirê Newrozê dê îsal li 33 navendan bê geşkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Omer Onen, diyar kir ku Newroz ji bo kurdan roja raperîn û berxwedanê ye û bang li her kesî kir ku agirê Newrozêli her derê geş bikin.

Îsal cejna Newrozê dê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bi silogana "Teqez Emê bi Serkevin li 33 navendan bê pîrozkirin. Starta Newroza 2017'an li Amedê hat dayîn. Nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP û DBP bi civîna çapemeniyê starta Newrozê li Amedê dan û diyar kirin ku dê di navbera 17-21'ê Adarê de li 33 navendan Newrozê pîroz bikin.

EWIL DÊ LI NISÊBÎNÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIBE

Îsal agirê Newrozê yê ewil dê di 17'ê Adarê de li Nisêbînê ku 134 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin geş bibe û Starta pîrozbahiya Newrozê dê li Nisêbînê dest pê bike. Di 18'ê Adarê de jî dê li Edene, Sêrt, Dersim, Meletî, Bazîd, Manisa, Kocaelî, Îzmîrê, di 19'ê Adarê de dê li Stenbol, Mersin, Antalya, Riha, Êlih, Konya, Xerpêt, Dep, Qers, Hatay, Qoser, Dîlok û Eneqereyê bê pîrozkirin. Di 20'ê adarê de li Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemerg û Agiriyê û herî dawî di 21'ê Adarê de jî dê Newroza fînalê bi coşa herî mezin li Amed û Wanê bê pîrozkirin. Dîsa di heman rojê de dê Newroz li Cizîr, Gever, Bursa, Muş û Çewlikê bê pîrozkirin.

NEWROZA HERÎ BI COŞ NEWROZA QEDEXE YA 2012'AN BÛ

Têkildarî amadekarî û girîngiya Newroza îsal û xebatên Referandûmê Endamê Komîteya Amadekar û Endamê MYK'ê yê HDP'ê Omer Onen axivî. Onen, anî ziman ku Newroza îsal ji bo gelê kurd û tirk gelek girîng û watedar e. Onen, anî ziman ku her sal li herêmê bi tevlêbûna milyonan Newroz tê pîrozkirin û wiha got: "di sala 2012'an de li gel ku Newroz qedexe bû dîsa Newroza herî bi coş û tevlêbûnek mezin hat pîrozkirin. Li gel qedexeyê dîsa Agirê Newrozê hat pêxistin. Di sala 2016’an de li gel ku qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û şahiyên Newrozê hatin qedexekirin jî dîsa Newroz hat pîrozkirin. Gel dîsa Agirê Newrozê pêxist."

'NEWROZ ROJA VEJÎN Û RAPERÎNÊ YE'

Onen, anî ziman ku gelê kurd Newrozê ji bo xwe wekî roja vejîn û raperînê qebûl dikin û wiha got: "Gelê kurd wekî ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq, Mazlum Doganê hemdem li dijî zilma dewletê di ber xwe da û tarî perçe kir gelê kurd jî dîsa li dijî zilmê di ber xwe didin û dê agirê Newroza îsal li her derê geş bikin. Gelê kurd di dîrokê de her dem li dijî zilmê ji bo mafê xwe têkoşiya ye. Her dem li dijî tarîyê ronahî bi ser ketiye. Newroza 2017'an dê bibe Newroza azadiya gelan. Di heman demê de dê bibe Newroza yekîtiya gelê kurd. Em li dijî zilmê dibêjin ‘Êdî bes e’ Agirê Newroza ku îsal em pêxin dê bibe azadiya gelê kurd. Em bang li her kesî dikin bawerî û nasnameya wî çi dibe bila bibe bila werin Agirê Newrozê geş bikin.

‘AGIRÊ NEWROZÊ REXNEDAYÎNA ME YE'

Onen, anî ziman ku îsal starta Newrozê li Nisêbînê ku qedexe hatibû îlankirin didin û wiha got: "Her sal cihê herî zêde agirê Newrozê lê geş dibe Herêma Botanê ye. Dîsa cihê heri zêde bedel û êş kişandiye herêmaBotanê ye. Gelê Botanê di jêrzemînan de rastî hovîtiyê hat. Gelê Cizîrê li dijî zilma Dehaqan
di ber xwe da. Berxwedana Kawa ya herî mezin dê wekî berxewdana li Cizîr, Gever, Nisêbîn û Sûrê pêş bikeve. Ji bo em rexnedana xwe ya li hemberî gel bidin em Starta Newrozê li Nisêbînê didin û em li Bajarên Cizîr û Geverê agirê Newrozê bêtir geş dikin. Pêxistina Newrozê ji bo me nexnedayîna gel e."

EM LI VÎNA XWE Û AGIRÊ NEWROZÊ XWEDÎ DERKEVIN

Onen, herî dawî bang li gelê kurd kir û wiha got: "Edî tiştekî ku gelê kurd winda bike tune ye. Divê her kes dakeve qadên Newrozê û Agirê Newrozêgeş bike. Divêli her derê Agirê Newrozê bê geşkirin. Her kurdekî ku agirê Newrozê pêxe, dê têkoşînê bêtir xurt bike û me bêtir nêzî Azadiyê bike. Em Agirê Newrozê li mala xwe li ber deriyê û kolanên xwe û li her qadê geş bikin û her derê bikin Newroz. Em tu carî serî natewînin û em dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Yên ku li agirê Newrozê xwedî derkevin di heman demêde li vîn û azadiya xwe jî xwedî derdikevin."