QEYSERÎ - Parêzer Mutlu Karayilan parêzvaniya gelek kesên di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hatin girtin dikir bi sûcdariya “endamê rêxistina FETO-PDY ye” hat girtin.
Li Qeyseriyê Parêzer Mutlu Karayilan ku parêziya gelek kesên di çarçoveya lêpirsîna “FETO-PDY” de bi hinceta ByLock bikaranîne hatin girtin dikir bi sûcdariya “endamê rêxistina FETO-PDY ye” hat girtin.
Mutlu Karayilan ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Fermandariya Têkoşîna bi Sûcên Rêxistinkirî û Midûryeta Polîsan a Qeçaxtiyê de hat binçavkirin, piştî karên îfade dayînê yên 2 saetan dom kir derxistin pêşberî dadgeha nobedar û hat girtin. Karayilan, parêzvaniya polîsê bi navê Mevlut Saldogan ê ku di bûyerên Geziyê de Alî Îsmaîl Korkmaz qetil kir, kir û di demên bihûrî de li Nevşehîrê bûbû berendamê parlamenteriya AK Partiyê.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de polîs li parêzer Gokan Taşdemîr ê ku derbarê wî de biryara girtinê heye digerin.