Girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'î û PAJK'î bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe binpêkirina mafên girtiyan bi dawî bibe, diyar kirin ku di navbera 15'ê Adar û 15'ê Nîsanê de bi awayekî dorveger dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.

Girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li girtîgehen Tirkiye û herêmê girtî têkildarî zext û zordariyên li ser girtiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyanî dan. Li ser navê girtiyên PKK'î PaJK'î Deniz Kaya daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtiyan raweste şertên azad bê avakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dikin. Kaya, anî ziman ku di navbera 15'ê Adarê û 15'ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan darveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk tînin. Kaya, da zanîn ku îktîdara AK Partiyê piştî 15'ê Tîrmehê li Tirkiye OHAL îlan kiriye û hemû Tirkiye bi rejîma OHAL'ê bi rêve dibe. Kaya, anî ziman ku pêkanînên rejîma OHAL'ê li zindana Îmraliyê jî pêk tê û wiha got: "Li Zindana Îmraliyê tecrîda ku di cîhanê de şekl û şemalê wê tune tê meşandin. Tecrîd û îsolazyona ku li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, gav bi gav li hemû zindanên din jî belav dibe. Parêzer, malbatên Rêberê me tên astengkirin. Vê astengiyê li hemû girtîgehên din jî belav dikin. Li zindanan ewlehî û garantiya jiyana tu kesî tune ye. Her roj ji girtîgehekê sirgûnî girtîgehek din dikin. Di ketina girtîgehan de girtiyan bi zorê tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin. Girtî di ketin û derketina girtîgehan de rastî îşkenceyê tên. Bi ser odeyan de digirin û hemû alav û amûrên girtiyan desteser dikin. Nameyên ku bi kurdî tên nivîsandin wekî zimanê nayê zanîn bi nav dikin û desteser dikin. Pêkanînên li girtîgehan ji darbeya 12'ê Îlonê derbastir kiriye."

BANGA MALBATAN

Kaya, bang li malbatên girtiyan jî kir û wiha got: "Em bang li hemû malbatên me yên girtiyan dikin ku li djî îtîfaqa AKP-MHP ya referandumê dengê "Na" bilind bikin. Dîsa em dixwazin têkoşîna xwe li her derê mezin û belav bikin. Dê li hemû girtîgehan bi komên 3 - 5 kesan di navbera 15'ê Adarê û 15'ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan dorveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin.

Kaya, bang li gel kir ku bi piştgiriya xwe têkoşînê xurt bikin.