Kedkarên hatine îxraçkirin di bin çavana de rastî pêkanînên xirap hatin

ENQERE - Parêzerê derbarê binçavkirina Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û acun Karadag ên k udi roja 121’emîn a berxwedana xwe de hatin binçavkirin agahî da, diyar kir ku dema Gulmen ne xwest şopên tiliyan bide dibe ku polîsan destê wê şikandibe yan ji cih derxistibe, dest û lingê Ozakça hatine kelepçekirin û wiha tê ragirtin.

Kedkarên bi navê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Acun Karadag ên ku piştî bi KHK’ê hatin îxraçkirin li Kolana Yukselê bi şîara “Ez karê xwe dixwazin” dest bi çalakiya rûniştinê kirin û piştî daxuyaniya dayîn hatin binçavkirin. Bi fermana dozger beriya Gulmen, Ozakça û Karadag beriya di 11’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê bikin hatin binçavkirin, komekê biryara berdewamkirina grevê dan.

Velî Saçilik ê k udi nava kedkarên li Kolana Yukselê çalakiyê di domin de cih digire ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat derpkirin û hat diyarkirin ku hevjîna wî ya ji bo piştgiriyê bide çalakiya wî hat cem wî ji aliyê heman kesan ve rastî êrîşa zayendî hatiye.

'EZ DERPKIRIM Û HEVJÎNA MIN TACÎZ KIRIN’

Saçilik derbarê bûyerê de agahî dan û wiha got: “Ez nikarim bêjim ku ji aliyê polîsan ve hatine şandin,di destê min de agahiyek wiha tune ye lê me dizanin ku sivîlêb faşist bûn. Du kes bûn. Destpêkê hevjîna min tacîz kirin. Piştre êrîşî min kirin û min ji rû û cihên din derp xwarin. Dixwazin bi van rêbazan paşde gav bi me bidin avêtin lê xwe dixapînin.”

Milek ê Saçilik di sala 2000’î de di operasyona li dijî girtîgehan a bi navê “vegera jiyanê” li Girtîhega Burdurê ketibû ber makînê û milê wî hatibû jêkirin. Saçilik ku piştî ji girtîgehê derket û kedkarê civakê bi KHK’a piştî OHAL’ê hat îxraçkirin.

'DIBE KU MILÊ NURIYE ŞIKESTÎ BE YAN JÎ JI CIH DERKETÎ BE’

Parêzer Dîdem Unsal, da zanîn ku Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di bin çavan de rastî pêkanînên xirap hatine. Unal ku agahî dan dîhaberê tiştên mûwekîlên wê jihane wiha vegot:

“Nuriye nikare mile xwe bikarbîne. Deste wê piştve kelepçe kiribûn, ez dihizim ku di dema girtina şopa tilî û lêgerînê de rastî îşkenceyê hatiye. Ji xwe şopa dest hebû lê xwestin carekdin bi zorê bigirin. Dema Nuriye li dijî vê derket deste wê şikandine yan jî ji cih derxistine. Ne şandin rontkenê lê me agahiya dê îro bişînin girt. Mamoste Semîh jî li salona sporê ya kirine navenda binçavkirina tê girtin. Hem ling hem jî destên wî bi kelepçeya plastîk hatine girêdan. Bi vî halî avêtine salona sporê û li quncikekê disekine.”