STENBOL - Li Stenbolê helîkoptera agirkujiyê ket. Di ketina helîkopterê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Herêma Kuçukçekmece ya Stenbolê helîkoptera Agirkujiyê ket xwar. Piştî qezayê gelek ambulans û maşîneyên agirkujê çûn herêmê. Di helikopterê de 2 pilot, 4 rêwiyên rûs û rêwiyekî tirk hebûn. Di qezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şaredarê Buyukçekmece Hasan Akgun diyarkir ku ne pêkan e kesên di helîkopterê de bên xelaskirin. Hat diyarkirin ku tevî pîlotê helîkopterê Alaaddin Nacar 7 rêwî hebûn û ji 7 kesan 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Piştî qezayê gelek maşîneyên agirkujiyê û ambulans çûn cihê bûyerê. Şaredarê Buyukçekmece Hasan Akgun diyar kir ku di qezayê de cenazeyen 5 kesan dîtiye û ne pêkan e kes di helîkopterê de sax rizgar bûbe. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin jî diyar kir ku di qezayê de 5 kesan jiyanax we ji dest daye. Hat diyar kirin ku helîkoptêr aydî Koma Ezacibaşi ye û Tîpa Sikorsky S-76 a sivîl e. Di helîkopterê de 2 pilot, 4 rêwiyên rûs û rêwiyekî tirk hebû.