'Hûn di dosyayê de li şûna KCK, DTP binivîsin dê doz bikeve’

AMED - Parêzer Resul Tamur, diyar kir ku bersûc Haci Erdemîr di “Doza Bingehîn a KCK’ê” de ji ber peywirên xwe yên endamiya DYP’ê û cigiriya hevşaredar tê darizandin û wiha got: “Ger hûn li di dosyayê de cihê KCK’ê DTP binivîsin dê hertişt bikeve cihê xwe û dê doz bikeve.”

Darizandina “Doza Bingehîn a KCK’ê” ku derbarê 154 siyasetmedar û hilbijêran de hatiye vekriin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Piştî mutalata dozger a bere hatibû daxuyandin hat xwendin, dihat payîn îfadeya siyasetmedarê kurd Bayram Altun ê ji ber dozek din li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye bê girtin bi hincetsa “ewlehiyê” ne anîn dadgehê.

‘GER HÛN BEHSA DTP’Ê BIKIN ERÊ EZ ENDAMÊ RÊXISTINÊ ME’

Di rûniştina dozê de cigirê hevşaredarê Rezanê yê bere Haci Erdemîr îfade da. Erdemîr îfadeyên xwe yên bere dubare kir û wiha got: “Ez berê endame DTP’ê bûm. Ez ji bo encamê meclîsa Şaredariya Rezanê hatim hilbijartin û min demekê jî karê cigirtiya hevşaredar kir. Di îdîanameyê de ji vê rewşê ketine rê û tê îdîakirin ku ‘endamê rêxistinê me’. Ger hûn behsa DTP’ê dikin er ê ez endamê rêxistinê me.”

Erdemîr, da zanîn ku derbarê wî de îdîayên bi fermana rêveberên rêxistinê karker ji şaredariyê derxistine, li şûna wan kesên din girtine û got ku di dema wî de kesek ji şaredariyê ne hatiye avêtin.

‘HÛN LI ŞÛNA KCK’Ê DTP BINIVÎSIN WÊ DEMÊ DOSYA DIKEVE’

Piştre parêzer Resul Tamur parastin kir û wiha axivî: “Her du xisûsên ku bûne sedema darizandina mûwekîlê min endamtiya DTP’ê û peywira cigiriya hevşaredare. Ger hûn di dozyayê de li şûna cihên KCK hatine nivîsîn DTP binivîsin, dê hemû tişt li cihê xwe rûne û dê ev doz bikeve. Hemû sûcên ku li ser mûwekîlên min tê barkirin karên qanûnî û siyasî ne.”

Tamur, daxwaza beraeta mûwekîlê xwe kir.