Parlamentera HDP’î îşkenceya li Girtîgehan ji Bozdag pirsî

ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, îşkenceya li dijî girtiyên Girtigeha Sîlîvriyê ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, bi pirsnameyekê îşkenceya li Seda Kaya ya li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî. Bîrlîk, di pirsnameyê de diyar kir ku girtî Kaya ku di Nîsana 2016’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" hatiye girtin,
piştî hat berdan dîsa bi îşkenceyê li Încîrlî ya Bakirkoyê bêyî hincet hat binçavkirin û şandin Girtigeha Sîlîvrî. Bîrlîk, da zanin ku Kaya 8 mehin bêyî hincet bêyî hincet hatiye girtin û heta niha dernexistine dadgehê. Bîrlîk, anî ziman ku dema Eda Kaya çûye xwişka xwe Seda Kaya bibîne dîtiye ku laşê wê reş û şîn bûye û rastî îşkenceyê hatiye. Bîrlîk, bilêv kir ku Seda Kaya di ziyareta xwişka xwe de diyar kiriye ku 15 gardiyanên mêr bi ser hucreyê de girtiye, li wê dane û îşkeceya girêdana domiz li wê kirine. Dîsa Kaya anî ziman ku derzî di laşê wê û girtiyên din re rakirine û îşkence li wan kiriye.
Bîrlîk, bilêv kir ku Seda Kaya 6 rojan rastî cezayê cuhreyê hatiye û piştî cezayê nameyan 2 mehan cezayê hevdîtinê li wê birîne.

Bîrlîk, ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne ev pirs ji Wezîr pirsîn:

* Sedema girtina Seda Kaya ya 23 salî ya li Girtîgeha Silivrî çiye. Çima 8 mehin li Silivrî girtî ye û hêj dernexistine pêşberî dadgehê?

* Îdîayên ku Seda Kaya rastî îşkenceya Girêdana Domiz hatiye rast e? Ger ku rast be, der barê kesên îşkence kirine de çi hatiye kirin?

* Nêzî 15 gardiyanên mêr bi ser hucreya Kaya de girtiye, Îşkenceya li Kaya Hatiye kirin rast e? Ger ku rast be der barê van îşken cekaran de çi lêpirsîn hatiye kirin?

* Îşkenceya ku li Girtîgeha Sîlîvriyê li Seda Kaya ya 23 salî hatiye kirin agahiya wê heye. Ji bo vê yekê lêpirsin û lêkolîna we çiye?

* Çima cezayê name, ragihandin û cezayê hucreyê li Seda Kaya ya 8 mehin hatiye girtin birîne?

* Berê karmendên cemaweriyê yên li Sîlîvriyê îşkence kiribûn hebûn? Ger ku hebûn der barê van kesan de çi lêpirsîn hat kirin.?