Dayîka Dîlek Dogan: Ez ê ji bo keça xwe bêjin ‘Na’

STENBOL - Dayîk Dîlek Dogan a ku di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat qetikirin Aysel Dogan wiha got: “Ji ber ku ev dewlet qatilekê nadarizîne û ji bo xatirê keça xwe ez ê bêjim Na.”

Di rûniştina doza derbarê qetilkirina Dîlek Dogan a 25 salî ya ku bere çend rojan hat dîtin de, ligel dîmenên bûyerê yên nû derketin holê jî dozgerê ku mutalaya xwe da, derbarê polîsê bi navê Yuksel Mogoltay ê ku Dîlek qetilkir de bi sûcdariya “pêşnedîtî ve kuştiye” 2 sal heta 6 sal cezayê girtîgehê xwest.

Dayîk Dogn Aysel û bavê wê Metîn Dogan, biryara dozger ji dîhaberê re nirxandin.

Dayîk Aysel Dogan diyar kir ku wan piştî ev qas dîmenên nû û parastina ne li benda vê biryara dozger bûn û wiha got: “Dixwazin çavê me bitirsînin lê bila baş bizanibin em natirsin û heta hêza me têrê bike emê dest ji doza xwe bernedin. Em bi ber zextên li dijî me xeman naxwin. Dixwazin bila min jî bikujin û ligel Dîlekê veşêrin. Kesên ku piştî min mafê min biparêzin hene. Ji bo xwîna Dîlekê li erdê nemîne ez ê her tiştî bikim. Pêwîst bike ez ê ligel wê bên veşartin lê ez dest jê bernadim. Heta dad nehê bicih anîn ez ê hewldanên xwe bidomînim. Heta em sax bin em ê li pey wan zaliman bin.”

'EZ Ê JI BO XATIRÊ KEÇA XWE BÊJIM NA’

Dayîk Dogan, da zanîn ku di referandumê de çûyîna ser sinqoqan mecbûriyeteke û wiha pêde çû: “Ji bo ku ev dewlet qatilekê nadarizîne û ji bo xatirê keça xwe ez ê bêjim Na. Ez ji bo serê gora wê nabêjim ‘Erê’.”

Bav Dogan jî anî ziman ku dema keça wî hat qetilkirin wan ji dewletê hêviya dadê dikirn û wiha axivî: “Lê diyare ku dad tune ye. Li Welat dad tune ye. Ger ku tu kesekê bi xwestek kesekê bikuje ceza nekî em ê li kuderê dadê bigerin. Em ê bi kîjan aliyê dadê bawer bikin? Bila vê baş bizanibin ku em ê li pey vê dozê bin û bernedin. Ger pêwîst bike em ê biçin DMME’yê.”

‘EZ Ê BIÇIM SER SINDOQÊ’

Dogan, bi lêv kir ku ew ê di referandumê de biçe ser sindoqê û wiha axivî: “Ez ê ji bo jiyanek rast a mirovan û jiyana azad a mirovan biçin ser sindoqê. Ji bo welat ji aliyê dîktatorekê ve neyê birêvebırın ez ê dengê ‘Na’ bikar bînim. Armanca min a ‘Na’ ji bo jiyanek azad e.”