Dayîkên Aştiyê êrîşa li dijî Şengalê şermezar kir

WAN - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê êrîşên PDK’ê yên li dijî Şengalê şermezar kir.

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê bi civînek çapemeniyê êrîşên PDK’ê yên li dijî Şengalê şermezar kir. Di dauyaniya li ber avahiya DBP’ê hat dayîn de ji dayîka Ayla Balik axivî. Balik, diyar kir ku êrîş, piştî Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Mestu Berzanî hat Tirkiyeyê pêk hatiye û wiha got: “Em êrîşa li ser gelê Êzidî û herêma Şengalê wekî êrîşa li ser aştiyê dibinin. Beriya niha jî ev tişt hatin jiyîn lê pêşmergeyan ev yek nedît, gelê kurd hemû biraye. Em êrîşa li ser gelê wir wekî dayîk qebûl nakin. Di demek ku gelê kurd dibin êrîşên dewletan de ne, me dixwest ku Berzanî ligel malbatên li Cizîr, Gever û Silopiyê malên wan hatine hilweşandin bibe yek û me dixwest êşan wan parve bike. Em ê li her cihên Kurdistanê yên şer hene aşityê biqêrin, em dîsan ji bir bang li Berzanî bila nebe amûrê polîtîkayên Erdogan.”