AMED - Komeleya 78’an a Amedê, diyar kir ku ew ê di referanduma ku dê 16’ê Nîsanê bê pêkanîn de bêjin ‘Na’.
Komeleya 78’an a Amedê, derbarê helwesta xwe ya ji bo referandumê û geşadanên li Licê û di siyasetê de li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan, di hemû darbeyên li Tirkiyeyê tên jiyîn de wekî endamên komeleua 78’an wan gelek êş kişandine û wiha got: “Girtiyên li girtîgeha Şakran û Edîrneyê li dijî bêhiqûqiyan ev 24 rojin di greva birçîbûnê de ne. Divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bînin û dawî li bêhiqûqiyan bînin.”
Alkan, da zanîn ku di dema darbeyan de kes tên binçavkirin, 3 meh di bin çavan de diman û wiha pêde çû: “Îro jî gund, bajar, hemû zindî tên binçavkirin. Destûr nadin ragihandinê jî. Pêkanînên li Xêraba Bava û Telatê niha li Licê jî tê jiyîn. Em van pêkanînan qebûl nakin.”
‘EM Ê DI 16’Ê NÎSANÊ DE BÊJIN NA’
Piştre daxuyaniya hatiye amadekirin ji aliyê rêvebirê komeleyê Mazhar Aktaş ve hat xwendin û wiha axivî: “Li herêm, Şengal û gelek cihên din êrîşên li ser kurdan hene. Em bang dikin ku van êrîşên li ser kurdan bidin rawestandin. Di dema ji referandumê re roj mayîne em vê bangê li dewletê dikin; di hawirdorekî demokratîk de biçin hilbijartinê. Bila OHAL demildest bê rakirin, operasyon bên rawestandin. Em wekî komeleya 78’an helwesta me ya di referandumê de diyare. Em di 16’ê Nîsanê de dibêjin Na. Em ji operasyonên leşkeri û qedexeyan re dibêjin Na.”