Li Çiyayê Heftenînê operasyon leşkerî

ŞIRNEX - Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh bi tevlîbûna cerdevan û leşkeran li Çiyayê Heftenînê operasyon hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin duh bi tevlîbûna cerdevanên Qileban, Sêgirkê, Kiror û Bileh û bi sedan leşkeran li dijî herêmên Sineht, Mêrge Şîşê, Kehnî Fireşkê, Girê Helizê yên Çiyayê Heftenînê operasyon hatiye destpêkirin. Her wiha hate hînbûn ku li dijî herêmê topbaran pêk tê û li ser herêmê tevgera helîkopter û balafirên şer tê jiyîn.

Li navenda Şirnex jî ji baregehên leşkerî tevgera helîkopteran kêm nabe.