Li 5 bajaran ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr nehatiye dayîn

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya bi şîara “Teqez Emê bi Serkevin” ku dê li 33 navendan bê pîrozkirin roj mane. Heta niha ji bo 5 bajarên ku dê li derveyî roja 21’ê Adarê pîrozbahiyan li darbixe destûr ne hat dayîn.

Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ya bi şîara “Teqez Emê bi Serkevin” ku dê di 17’ê Adarê de starta wê li Nisêbînê bê dayîn dê li gelek bajaran bê lidarxistin bi riya komîteyên amadekar serî li walîtiyan hat dayîn. Hat zanîn din ava bajarên ku heta niha serlêdan pêk hatine de ji bo Bedlîs, Êlih, Bursa, Dersim û Çewligê destûr ne hatiye dayîn.

Li van bajarên ku bi hinceta “Newroz ji bilî roja 21’ê Adarê nayê pîrozkirin” destûr nehatiye dayîn, ji bo 21’ê Adarê serlêdanên cuda hatin kirin. Lê derbarê vê dîrokê de jî hêjî biryarek derneketiye.

Hat diyarkirin ku ji bo bajarên Amed û Wanê ku dê di 21’ê Adarê de fînala Newrozê bê dayîn serlêdanên pêwîst hatine kirin û li benda biryarê ne.