ENQERE - Çalakger Nuriye Gulmen û Semih Ozakçe biryar dabûn di 11'ê Adarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin û duh hatin binçavkirin, di bin çavan de dest bi çalakiya grevê kirin.
Çalakger Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryara KHK'ê hatin îrxackirin û 120 rojin çalakiyê pêk tînin, duh di roja 120'an de dîsa hatin binçavkirin. Çalakgeran Gulmen û Ozakça biryar dabûn ku di 11'ê Adarêde dest bi çalakiyê bike. Piştî Gulmen û Ozakça duh hatin binçavkirin bi riya parêzeran diyar kirin ku wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêden kiriye..