BALIKESÎR - Welatiyê bi navê Huseyîn Akengîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê birayê xwe Muzaffer Akengîn ziyaret kir ba kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wiha got: “Doktorê girtîgehê bi hişk nêzî girtiyan dibe û dermankirinên wan kêm dike.
Yek ji girtîgehên ku piştî OHAL’ê binpêkirinên mafan lê zêde bûne Girtîgeha Tîpa T aHejmar 1 a Bandirmayê ye. Welatiyê bi navê Huseyîn Akengîn ê k udi 6’ê Adarê de çû hevdîtina birayê xwe Muzaffer Akengîn ê ku ev 25 sale di girtîgehê de ye binpêkirinên mafan ên ku biryarê wî vegotine ragihandin.
‘BI KELEPÇEKIRÎ TÊN DERMANKIRIN’
Akengîn, diyar kir ku bi KHK’yên ku bi OHAL’ê re hatine derxistin girtina pirtûkan a girtîgehê tê sînordarkirin û wiha got: “Pirtûk û kovaran nadin Girtîgeha Bandirmayê. Niviya girtiyên li Bandirmayê ne nexweşin. Îdara girtîgehê nûnerê kawişan muxatap nagire û hevdîtinê pêk nayîne. Dema dibin hevdîtinê jî henekê xwe bi wan dikin. Girtiyên nexweş bi lekepçekirî dibin nexweşxaneyê û tînin. Di dema dermankirinê de kelepçe nayên derxistin û derankirin kêm tê kirin.”
‘KESÊN DIÇIN HEVDÎTINÊ RASTÎ ŞÎDETA DEVKÎ TÊN’
Akengîn, anî ziman ku doktorê girtîgehê hişk nêzî girtiyên siyasî dibe, faliyetên civakî ên ku heftane 10 saetin daxistine 45 deqeyan, kesên diçin hevdîtina xizmên xwe jî rastî şîdeta devkî tên, bi saetan tên rawestanin û direng digirin hevdîtinê.