Ji DBP'ê daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê

WAN - Rêxistina DBP’ê ya Wanê derbarê greva birçîbûnê ya bêdem a li girtîgena hatiye despêkirin de daxuyaniyek da û bang li komeleyên mafê mirovan û girseya rêxistinên demokratîk kir ku ji bo li girtîgehan mirin çênebin bikevin nava tevgerê.

Rêxistina DBP’ê ya Wanê derbarê greva birçîbûnê ya bêdem a li girtîgena hatiye despêkirin de li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku rêveberên TUYAD-DER’ê ya hatiye giritn, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên TJA û rêveberên HDP û DBP’ê amade bûn de Hevserokê DBP’ê yê bajar Ahmet Aygun, axivî û diyar kir ku wekî ku ji girtiya tol bê girtin binpêkirinên mafan didomin.

‘EM ÇALAKIYA WAN SILAV DIKIN’

Aygun, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê duh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kirine û wiha got: “Li girtîgehan hemû binpêkirinên mafan tê jiyîn. Em çalakiya hemû girtiyên azadiyê silav dikin û dixwazin bêjin ku em piştgiriyê didin wan. Em bang li komeleyên mafê mirovan û girseya rêxistinên demokratîk dikin ku ji bo li girtîgehan mirin çênebin bikevin nava tevgerê.”

Aygun, anî ziman ku 10 cenzeyên ku tê îdîakirin aîdî HPG’iyane û di şerê li Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê tên rawestandin û wiha axivî: “Li gorî agahiyên me girtine, cenaze li cihên sar nayê ragirtin. Ger ev agahî rastbe tu aliyê wê yê exlaqî û mirovî tune ye û en bang li rêveberiya nexweşxaneyê dikin ku nebin amûrê vê bêexlawiyê.”