Rapora NY'ê ya Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê: Wekî roja qiyemetê ye

CENEWRE - Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora der barê Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Sîlopya û Şirnex ji di navde li bajarên herêmê yên hatin rûxandin de aşkere kir.
NY'ê di raporê de wekî Roja Qiyametê bi nav kir. Diraporê de hat diyar kirin ku herî kêm 500 hezar mirov ji cih û warên xwe koçber bûne û jin, zarok jî di navde bi hefteyan ji mafê xwe yên av, xwarin, ceyran û starê bê par hatine hiştin.

Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî operasyonên leşkerî û qedexeyên derketina derve yên di navbera tîrmeha 2015'an û kanûna 2016'an yên ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve pêk hat, raporek fireh şewand. Li gorî raporê, zêdeyî 30 wargeh rastî "Operasyona ewlehiyê" hatin û Di encama "Operasyona ewlehiyê" de di navbera 335 hezar û 500 hezar mirov ji cih û warên xwe kokçber bûn. NY'ê di raporê de diyar kir ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 1786 avahî hatin wêrankirin û li navçeya Sûrê ya Amedrê jî di encama topbaranê de ji sedî 70 bîna bi awayekî sîstematîk wêran bûye. Piştî operasyon xelas bûn jî hilweşandina avahiyan berdewam kir. Xerakirin di texaxa 2016'an de bêtir kirin. Li navçeya Nisêbîn û Sûrê dîmenên berî hilweşandinê û piştî hilweşaninê yên ji hewa hatine kişandin nişan dide ku tax ser û bin bûne. Di raporê de hat diyar kirin ku Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wêneyên warên ku hatine hilweşandin û wêrkirin ên ji hewa hatine kişandin bi dehşet temaşe kirine û dîtine ku darbeyên mezin xwarine.

‘DIŞIBE QIYAMETÊ'

Raporê cih da wêrankirina Şirnex, Cizîr û herêmên din ên hatine wêrankirin û cih da van agahiyan: "Li Cizîrê şahid û xizmên kesên hatin kuştin, diyar kirin ku "wekî roja qiyametê" pêk hat. Di destpêka sala 2016'an de di navde jin û zarok jî heyî 189 kes bi hefteyan ji mafê av, xwarin û ceyranê bê par hatin hiştin. Di jêrzemînan de dîl hatin girtin. Piştre di encama êrîşan de di jêrzemînan de hatin kuştin. Delîl û agahî hatin tunekirin. Piştî vê bûyerê avahî hatin wêrankirin û delîl hatin tunekirin. Ji ber ku delîl hatin tunekirin, destûr neda bûyer ronî jî bibe.

DAXUYANÎ JÎ NEHAT DAYÎN

Heyetê di raporê de diyar kir ku di nava qurbanan de malbata jinek qurbanî ji bo perçeyên goştê şewitî bigire serî li dozgeriyê daye û bi testa DNA tespît kirine. Heyetê da zanîn ku der barê bûyerê de tu daxuyanî agahî bi malbatê re nahitye parvekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku malbatê serî li darazê daye, lê rayedarên darazê diyar kiriye ku xwişka wê jî tev li sûcdariya terorê bûye.

Komîseriyê destnîşan kir ku jibo karibin bi awayekî ser bixwe lêkolîn bibikin nêzî salek e hewl didin ku bi malbatên li herêmê re têkevin nava têkiliyê. Lê ev daxwaza heyeta Komîseriyê nayê bersivandin.

Heyetê dîsa di raporê de destnîşan kir ku gelek bi zarê hatine revandin, rastî binpêkirina mafên tenduristî, av, xwarin û astengiyên cuda hatine. Dîsa li Sûrê hemû zevî û avahî bi biryara Lijneya Wezîran hatine îstîmlaqkirin û ev yek di adara 2016'en de bûye biryar.

Di raporê de hat diyarkirin ku piştî darbeya tîrmeha 2016'an OHAL hatiye îlankirin û piştî ilana OHAL'ê zêdeyî 100 hezar mirov hatin îxrackirin û zêdeyî 10 hezar mamoste bi hinceta têkiliya wan bi PKK'ê re heye hatine dûrxistin.

ZEXTÊN LI DIJÎ MEDYAYA KURD ZÊDE BÛYE

Di berdewama raporê de hat destnîşan kirin ku li herêma bajarên kurdan kesên bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin mafê wan ji destê wan hatin derxistin û saziyên rojnamegerên serbixwe û medya kurd hatine girtin. Dîsa dozger û dadger ji peywirê hatine girtin.

Di raporê de bal kişandin ser çavdêriya Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeid Ra’ad Al Hussein û anî ziman ku welat bi awayekî şênber û berbiçav ber bi xerabûnê ve çûye. Dîsa cih dan astengiyên hikûmeta Tirkiye û destnîşan kirin ku hikûmeta Tirk destûr nedaye ku heyeta wan biçe li herêmêlêkolîn bike.