Di mehekê de li Egeyê 814 maf hatin binpêkirin

ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmire rapora meha sibatê ya herêma Egeyê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê diyar kir ku di sibatê de 123 kes hatin binçavkirin û jê 16 kes hatin girtin. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek, anî ziman ku di mehekê de 814 mafên mirovan hatiye binpêkirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora binpêkirina mafên mirovan a herêma Egeyê bi civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe bi raya giştî re parve kir. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek rapor parvekir û diyar kir ku di meha sibatê de 814 maf hatine binpêkirin. Çîçek, anî ziman ku 123 kes hatin binçavkirin û jê 16 kes hatin girtin. Çîçek, da zanîn ku 107 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Çîçek, destnîşan kir ku li herêmê 6 cînayetên kar pêk hatin û 2 karker jî di qezayên kar de birîndar bûne. Çîçek, bal kişand ser penaberan û da zanîn ku ji 558 penaberên xwestin biçin dervê welat hatin girtin û penaberek di avê de fetisi û jiyana xwe ji dest da. Çîçek, bal kişand ser îstîsmara zayendî û bilêv kir ku 3 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine û di vê mehê de 4 jin hatine kuştin û 6 kes hatine girtin.

Çîçek, têkildarî reşwa girtîgehan jî agahî da û destnîşan kir ku bi taybetî li Girtîgehên Şakran, Kiriklar û Menemenê binpêkirina mafên girtiyan pir zêde bûye.