RIHA - Rojnameger Ergîn Çaglar, dema ji Rihayê diçû Semsûrê bi hinceta derbarê wî de biryara lêgerînê heye hatn binçavkirin.
Rojnameger Ergîn Çaglar dema ji Rihayê ji bo nûçe bişopîne diçû Semsûrê di ketina navçeya Bozova ya Rihayê de li kontrola polîsan hat binçavkirin. Polîsan diyar kir ku ji ber lêpirsînek a li Mêrsînê derbarê Çaglar de biryara lêgerînê heye. Çaglar, ji bo rêbikin Mêrsînê birin Midûryeta Polîsan a Bozovayê.