Ji ber guhê xwe dan muzîka kurdî hatin girtin

EDENE - Ji 4 kesên ku dema li seyrangehê bûn guhê xwe dane muzîka kurdî 2 kes bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Welatiyên bi navê Baryam Adiyaman, Îshak Adiyaman, Çetîn Can Çakmak û Mehmet Emîn Tenlîk ên ku ji bo ziyarete ji Êlihê hatin Edeneyê, ji ber di 4’ê Adarê de li ber peravê Bendava Gola Seyhana Edeneyê guhê xwe dayîne muzîka kurdî, welatiyên derdor ew îxbar kirin, hatin binçavkirin îro piştî karên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin.

4 kesên îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, parvekirinên wan ên li ser tora civakî û flaşa ku muzîkên kurdî têde hene û di wesayîta wan de hatiye dîtin wekî delîlên sûc hatin nîşandan û bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgeh lêpirsînê hatin kirin.

Dadgeh, ji ber Bayram Adiyaman û Çetîn Can Çakmak li ser tora civakî wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parvekirine û flaşa ku muzîkên kurdî têde hene wekî delîl nîşan da û biryara girtina wan da. Ji Mehmet Emîn Tenlîk re jî cezayê malê da, Îshak Adiyaman jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Polîsên ku karê binçavkirina 4 kesan birêvebirin bal kêşe ku muzîka kurdî ya bi kemençeyê tê gotin wekî “sirûda YPG” derbasî girtenameyê kir.