STENBOL - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadir Topbaş got, di qezaya helîkoptera li Buyukçekmeceyê ket de 7 kes mirine.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Kadir Topbaş têkildarî helîkoptera aîdî Koma Eczacibaşi ya li Buyukçekmeceya Stenbolê ket daxuyanî da. Topbaş wiha got: "Qezayeke helîkopterê qewimî û di wê qezayê de 7 kes mirin. Serê malbata wan û fîrmaya wan sax be."