NAVENDA NÛÇEYAN - Ji avakarên AK Partiyê Abdullatif Şener, daxuyand ku, ji bo di refrandûmê dengê "Na"yê bi ser keve, ew ê li hin bajaran civînên "Na"yê çêbike.
Yek ji avakarên Ak Partiyê Abdullatif Şener ê di dema hikûmetên 58 û 59'emîn de wezîrtî kir, daxuyand ku ew ê ji bo refrandûma Qanûna Bingehîn civînên "Na"yê çêbike.
Şener, di hesabê xwe yê Twitterê de wiha ragihand: "Bernameyên min ên NA'yê: Di 11'ê Adarê li Kayserî, di 12'ê Adarê li yozgat, di 14-15'ê Adarê li Alanya, Antalya, di 18-19'ê Adarê li Şîşlî, Kartal, di 21-22'yê Adarê de li Nevşehîr, Kirşehîrê."