XARPÊT - Hunermend Aram Serhad hat girtin.
Hunermend Aram Serhad ê 2 sal berê li navçeya Qovanciyan a Xarpêtê beşdarî konsera ji bo alîkariya Rojavayê ya ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin bû, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin. Di konsera 3'yê Sibata 2015'an de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên li ser wan "Li Rojavayê Mirovahî tê qetilkirin" û "Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê" nivîsandî hatibûn vekirin. Ji ber vê hunermend Aram Serhad (Gokhan Sevinç) 4 roj berê hatibû binçavkirin û piştî 2 rojan li Muduriyeta Polîsan a Buyukçekmeceya Stenbolê hat ragirtin, sewqî Muduriyeta Polîsan a Xarpêtê hatibû kirin
Serhad ê 2 rojan li Xarpêtê di bin çavan de hat ragirtin, îro bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Serhad ji aliyê 1'emîn Daweriya Cezayê Sulhê ya Xarpêtê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin.
Hat diyarkirin ku tevî Serhad welatiyên bi navê Yilmaz Gülaşkı, Selahattin Demirkapu, Ramazan Karaman, Mahmut Karakoyun, Deniz Canpolat, Cumali Karabal, Ali Haydar Kiliç û Ahmet Arif Gürses jî hatine girtin.