Li Taxa Gaziyê bi desteka helîkopteran operasyon dest pê kir

STENBOL - Li Taxa Gaziyê ya Sultangaziya Stenbolê bi destekahelîkopteran operasyon dest pê kir.

Li Taxa Gaziî ya Sultangaziya Stenbolê ya ku hatiye dorpêçkirin, bi desteka helîkopteran operasyon hat destpêkirin. Polîsan bi ser gelek kargehan de girt û her wiha li GBT'ya kesên di rê de diçin jî dinihêrin.

Her wiha hat îdiakirin ku li Semta Zubeyde Hanimê jî polîsan gule bera xebatkarên Kovara Yuruyuşê dane. Hat zanîn ku di nava rojê de jî xebatkarên Kovara Proleter Devrimci Duruş (PDD9 jî hatine binçavkirin. Tê gotin ku ev "Operasyona Aramiyê" ye, lê tişta balkêş ew e ku ev operasyon beriya qetliama Gaziyê bi çend rojan hat destpêkirin.