STENBOL - Di ser kuştina 22 kesên di 12’ê Adara 1995’an de li Taxa Gaziyê hatin kuştin re 22 sal derbas bûn. Erkan Şimşek ê di vê bûyerê de bi giranî birîndar bûbû diyar kir ku berê jî dihatin kuştin û niha jî tên kuştin. Mahmut Engin ê kurê wî yê 17 salî hat kuştin jî diyar ku 22 sal in di vê rêyê ku kurê wî lê hatiye kuştin re derbas nabe.
Di 12’ê Adara 1995’an di bûyerên li Taxa Gaziyê yên du rojan domandin de, 22 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û li gor daneyên fermî jî 300 kes birîndar bûn. 22 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê kiryarên wê yên eslî nehatin eşkere kirin. Piştî bûyerê 20 polîs derketin pêşberî dadwer, lê tenê li 2’yan jê ceza hat birîn. Lê belê, ev polîsên ku cezayên wan hat taloqkirin, paşê dubare peywira xwe ya polîstiyê domandin. Ji 12’ê Adara 1995’an heta niha ew çewisandina dewletê her tim li ser gelê Gaziyê didome.
'PIŞTÎ PANZÊR BI SER GEL DE GULE BARANDIN, BÛYER DEST PÊ KIRIN’
Mahmut Engin ê di qetliamê de kurê wî Sezgin Engin (17) hat qetilkirin, wiha behsa wê rojê kir: “Di televîzyonê de der barê kuştina pîrekî elewiyan de binivîsek derbas bû. Hemû kesên ev bihîstin, ber bi cihê bûyerê ve çûn. Girseya li vir kom bû, kuştina pîrê elewî protesto kir û belav bû. Dema mirov bela dibûn, ji panzêra polîsan gule bi ser gel de hat reşandin. Li vir Mehmet Gunduz bi kuleya polîsan hat kuştin û bûyer dest pê kirin.”
Engin, da zanîn ku piştî kesên hatin kuştin wan li qereqola polîsan geriyaye da polîs bên cihê bûyerê, lê belê tu polîs nehatin û got, serê sibeha roja din ji bo protestokirina polîsan gel ber bi qereqolê ve meşiyaye. Engin, diyar kir ku dema girse nêzî qereqolê bûye, polîsan girse gulebaran kiriye û di vê gulebaranê de tevî kurê wî Sezgin 5 kes mirine û wiha got: “Paşê polîsan kî bidîtana ew gulebaran dikirin.” Engin anî ziman ku, 3 gule li ranê kurê wî ketine û ji ber bi awayekî zêde xwîn ji kurê wî çûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “2 guleyên ji bedena kurê min hatin derxistin, li Saziya Tiba Edlî winda bûn.”
22 SAL E DI WÎ CIHÎ RE DERBAS NABE
Engin, pêvajoya darizandinê jî nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala huqûqê zaf trajîkomîk e û wiha got: “Bi ya min li cihekî ku huqûq lê tune be, axaftina derbarê huqûqê ne rast e. Çimkî, huqûq tune ye. Tu 4 kesan dikujî, lê 18 mehan têyî ragirtin.” Engin, dest nîşan kir ku ew li ber çavê dewletê wek “terorîst” tên dîtin û balê kişand ser pêkûtî û çewisandinên li ser gel tên sepandin. Engin, diyar kir ku ew 22 sal e li wî cihê kurê wî lê hatiye qetilkirin re derbas nebe û wiha got: “Ez di wî cihî re derbas nabim. Li wê kêlekê jî nanihêrim.”
'EM BERÊ JÎ DIHATIN QETILKIRIN Û NIHA JÎ TÊN QETILKIRIN’
Welatiyê bi navê Erkan Şimşek jî, diyar kir ku roja qetliamê ew 15 salî bûye û ji ber şidet û derbkirina polîsan gelek derên wî hatine şikandin. Şimşek, dest nîşan kir ku bera stuyê Mehmet Gunduz ê li ber Mala Cemê hat qetilkirin dan û di wê gulerabanê de ew bi tesadufî xelas bûye. Şimşek anî ziman ku, gel bi awayekî wehşetî hatiye guleberankirin û wiha axivî: “Polîsan em dorpêçkirin û derba mirinê li me xistin. Li wir xwestin me qetil bikin. Ji ber gulebaran polîsan xwişka min ji destê xwe birîndar bû.” Şimşek, dest nîşan kir ku ji wê rojê heta niha tu tişt neguheriye, rewş xerabtir bûye û wiha axivî: “Em ê baweriya xwe bi çî vê huqûqê bînin. Berê jî em dihatin qetilkirin û niha jî em tên qetilkirin.”
‘HÎN JÎ PÊKÛTÎ Û ÇEWISANDINÊN DEWLETÊ DIDOMIN’
Keyayê Taxa Gaziyê Nevzat Altun yê di dema bûyeran de jî keya bû, balê kişand ser pêkûtiyên polîsan ên li ser taxa wan. Altun, anî ziman ku li taxê herî zêde kurd, elewî, sosyalîst, demokrat û mirovên çepgir dijîn û wiha domand: “Ji 1980’yan heta niha çewisandin û pêkûtiyên dewletê li ser vê taxê didomin. Li vê taxê sepandinên OHAL’ê bi awayekî dijwar tên sepandin. Hîn jî dorpêçkirina polîsan didome.”
Serokê Komeleya Şehîdên Gaziyê Goksel fidan jî diyar kir ku 22 sal e komele têkildarî qeliamê çalakiyên bîranînê li dar dixe û got, ji bo dubare qetliamên wisa çênebin ew van çalakiyan li dar dixin. Fidan, bang li her kesî kir ku da beşdarî çalakiya bîranînê ya dê di 12’ê Adar de li taxê bê lidarxistin kir.
Mehmet Şah Oruç - dîhaber