BAB - Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Yusiv Bab, diyar kir ku bi awayekî lihevkirî Bab radestî TSK û komên OSO'yê hatine kirin û got: "Taliya talî em ê çeteyan ji Babê paqij bikin û gelê xwe mehkûmî DAIŞ'ê û OSO'yê nekin."
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de Tirkiye û komên di bin banê "Mertala Firatê" de cih digirin, herî dawî bi qasî 35 kîlometreyan nêzî El-Baba bajarê şehbayê bûne û her wiha li başûrê wê rejîma Sûriyeyê, li rojhilatê wê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û li rojavayê wê jî hêzên Efrînê hene. TSK û komên OSO'yê ji bo bajêr ji DAIŞ'ê bistînin, bi bombebaranan bajêr veguherandine xirbeyan. Têkildarî vê mijarê ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Babê Yusiv Bab axivî û got, taliya talî ew ê bajarê xwe bistînin.
'EM Ê DESTÛRA HÊZÊN DAGIRKER NEDIN'
Yusiv Bab, diyar kir ku li hawirdora Bab û Minbicê lîstikên qirêj tên lîstin û got, hesab û kitabên Tirkiyeyê hene, li ser lihevkirinekê bajêr ji DAIŞ'ê stendine û tevî OSO'yê êrîşî wan dikin. Bab, parast ku di navbera DAIŞŞ, Tirkiye û komên "Mertala Firatê" de lihevkirineke heye û wiha got: "Bi hev re êrîşî me dikin. Bajarê Babê xaka me ye. Divê tu hêzên dairker ne liv ir bin. Di serî de komên 'Mertala Firatê', em ê destûrê nedin tu hêzî ku xaka me dagir bikin."
DÊ XWEDIYÊN WÊ YÊN ESLÎ WÊ BISTÎNIN
Bab, da zanîn ku qadên ew lê ne bênavber tên bombebarankirin û got, di êrîşan de mirovên sivîl dimirin û birîndar dibin û heta ji destê wan tê ew gelê xwe diparêzin. Bab, diyar kir ku ew ê tim li ber xwe bidin û wiha got: "Li kuderê hewce be em ê li wir bitêkoşin." Bab, dest nîşan kir ku taliya talî dê xwediyên eslîn yên Babê wê bistînin û wiha axivî: "DAIŞ, temamiya Babê radestî komên 'Mertala Firatê' dike. Niha tenê li hin deverên bajêr hene. Û qadên jiyanê yên gel talan dikin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de Babê dirûxînin. Taliya talî em ê çeteyan ji Babê paqij bikin. Em ê gelê xwe ne mehkûmî DAIŞ'ê ne jî OSO'yê bikin. Bi dagirkirinê her der talan kirin. Mal û milkên gel dizîn. Malên wan rûxandin. Dema hûn îro biçin Babê hûn ê tu tiştî nebînin. Çimkî, her der rûxandine û şewitandine. Ev bi tu awayî bi kêrî gel nayên. Vana tu çareseriyê ji gel re nayînin."
Nazim Daştan-dîhaber