STENBOL - Xwendekara Îbrahim Kaboglu, Ceren Çoban, diyar kir ku piştî mamosteyê wan Kaboglu hat îxrackirin tu qîmet û wesfa dersan nemaye û mamosteyên rastî dipirsîn hatin dûrxistin.
Piştî Prof. Dr. İbrahim Kaboglu bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji Serokatiya Beşa Huqûqa Qanûna Bingehîn a Zanîngeha Marmarayê hat îxrackirin, li zanîngehê êdî dersên Huqûqa Bingehîn xweşikî nayên dayîn. Piştî îxrackirina Kaboglu dersên ku qetûbir bûn, her çi qas ji aliyê mamoste û asîstanên demborî bên dayîn jî, ji ber wesfa dersan lawaz bûye xwendekar ji vê rewşê nerihet in.
‘HUQÛQ TÊ TEPISANDIN'
Xwendekara Pola 2'yemîn a Beşa Huqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Ceren Çoban, kêmasî û tengijîninên piştî Kaboglu nirxandin û got, Rewşa Awarte (OHAL) û KHK'yê li ser hevdu tên derxistin bandoreke neyînî li dibistanan dikin.
Çoban wiha axivî: "Em behsa Huqûqa Marmarayê dikin, ku li Tirkiyeyê yek ji wan fakulteyên herî wesfdar e. Mixabin çewisandin û pêkûtî her diçe vê wesfdariyê qels dike û ji ber vê gelek mamosteyên me hatin îxrackirin. Di serî de jî mamoste İbrahim Kaboglu."
‘HEKE WESFA DERSAN BÊ BINPÊKIRIN ÇIMA EZ Ê BEŞê BIXWÎNIM?'
Çoban, mamosteyê wan Kaboglu yê tim li dijî rejîmên dîktayê têdikoşe, di serdemeke ku nîqaşên Qanûna Bingehîn tên kirin de hatiye îxrackirin û vê îxrackirin wek "Komployeke bizanebûnî" nirxand. Çoban wiha pirsî: "Li fakulteya herî wesfdar ev kes tên îxrackirin. Bi vê re dixwazin van qadan bêwesf bikin. Ji ber vê wesfdariya wê min ev beş û dibistan hilbijart. Niha ev wesfdarî tên tunekirin, nexwe ji bo ez ê bixwînim."
‘EM DAXWAZA HUQÛQEKE BI EDALET DIKIN'
Çoban a got “Mamosteyên me yên lêpirsîna darazeke rastîn dikirin ji me dûr xistin" diyar kir ku, huqûq tenê bi pirtûkan nayê hînkirin. Çoban wiha axivî: "Kesên dewletê bi rê ve dibin pirtûkan didin. Em huqûqeke ji bo awayê rêveberiya wan naxwazin, em huqûqeke ku ji bo her kesî doza edlatê dike dixwazin. Îro zanîngeh veguherîne navendên robotî."
Çoban, ragihand ku li şûna mamosteyên wan hatine bicihkirin hin kesên din dikevin dersan û ev bi xwe re pirgirêkan derdixîne holê û wiha domand: "Mamsoteyê bê divê wek mamoste İbrahim be ku bi kêrî me bê. Hek wisa be dê dawiya wî jî îxrac be. Yanî ev ders ji kes û asîstanên dixwazin robotan bigihînin re maye."
Çoban herî dawî wiha got: "Divê polên 1'emîn dersa Huqûqa Qanûna Bingehîn bibînin. Niha kesên ku dê vê dersê bidin diyar dikin. Pirgirêka me ya dîtir jî ew e ku dê ezmûnên me bi dernegî kevin. Bi hefteyane xweşikî em dersan nabînin. Ya ders tên betalkirin an jî ji aliyê asîastanan ve bi riya pirtûkan tên dayîn. Dê dîroka vîze û fînalên me bi dernegî keve. Mijarên em ji wan berpirisyarin hîn me nedîtine. Yanî tevlîheviyeke cidî heye."